Mihemed Hacî Mehmûd: Bo referandumê nûnerê me amade ye

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê (PSDK), Mihemed Hacî Mehmûd li ser referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek nû da.

 

Mihemed Hacî Mehmûd di daxuyaniyeke li gel Rûdawê de aşkere kir, ku partiya wan PSDK, nûnerê xwe yê di Komîteya Referanduma Serxwebûnê de destnîşan kiriye.

 

Hacî Mehmûd ragihand, piştî civîna PDKê û YNKê daxwaza nûnerekê ji wan hatiye kirin ji bo Komîteya Referandumê û wan jî Sadiq Cebar weke nûnerê PSDKê di vê komîteyê de diyar kiriye.

 

Sekreterê PSDKê herwiha eşkere dike, ku biryar e hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê her yek endamekê ji bo Komîteya Referandumê diyar bikin.