VÎDEO - Welatiyên Sûr a Amedê naxwazin malên xwe vala bikin

Amed (Rûdaw) - Bertek û karvedana biryara hilweşandina du taxên navçeya Sûr a Amedê berdewam dike. hejmarek xelkê Sûrê ji Rûdawê re axivîn û gilî gazindeyên xwe anîn ziman.

 

Li navçeya navendî li Sûr a Amedê xaniyên taxên Lalebeg û Elîpaşayê li gorî biryara hikûmeta Tirkiyê ve biryar e bêne hilweşandin.

 

Di 26ê Nîsanê de Qaymeqamiya Sûrê di minareyên mizgevtan de ragihand ku şêniyên van herdû taxan xaniyên xwe vala bikin, dê di 2yê Gulanê de dest bi hilweşandinê bikin.

 

Niştecihên her du taxên Sûrê buhayê ku ji bo xaniyên wan hatine destnîşankirin kêm dibînin. Li gor hevniştimaniyan ev der ji bo Ereb û Gurciyan di vir de bi cih bikin wan ji xaniyên wan derdixin, li gor hinekan jî hejaran ji xaniyên wan derdixin û ji bo dewlemendan li vir xaniyên nû didin çêkirin. Raya giştî ya hevniştimaniyan ew e ku ger xaniyên wan bi ser wan de jî bên hilweşandin ew ê ji xaniyên xwe dernekevin.