Mîr Celadet Bedirxan 124 salî ye

Hewlêr (Rûdaw) – Her sal roja 26ê Nîsanê bîranîna rojbûna zimanzan û nivîskar û çêkerê elfbaya kurdî ya bi tîpên latînî Mîr Celadet Alî Bedirxan e.

 

Celadet Bedirxan di 26ê Nîsana sala 1893an de li Stenbola Tirkiyeyê ji dayik bû û di 15ê tîrmeha 1951ê de, li Şama paytexta Sûriyê koça dawî kir. Di 58 salên jiyana xwe de, Celadet di hemû waran de xizmeteke bê hempa pêşkêşî ziman û çand û edebiyata miletê xwe kir.

 

Celadet Bedirxan di qada kultûr û edebiyata kurdî de, wek cotkarek zeviyekê cot bike, xebitî û bi berhem û xebatên xwe bû yek ji bingehdarên edebiyata kurdî ya hemdem.

 

Celadet Bedirxan hîn di qonaxeke biçûk a temenê xwe de bêgav ma derbider û koçber bibe. Di sala 1930î de, li Şamê hêwirî û dest bi têkoşîneke welatî û edebî kir.

 

Celadet zimanzanekî mezin bû. Ji xeynî zimanê kurdî, wî bêtirî 7 zimanên din jî zanîbû. Yek ji destkeftên wî yên herî berçav, çêkirina elfabêya kurdî ya Latînî bû û danîna rêzimanekê ku nûserên Kurd xwe bispêrin wê û bikar bînin. Tevî hin kêmasiyan, lê em dikarin bêjin ku Celadet bi vê xebata xwe hîmê rênivîsa Kurmancî ya modern danî.

 

Herwiha Celadet hin kovarên kurdî yên astbilind û hêja damezrandin û weşandin, nexasim kovarên Hawar û Ronahiyê ku bi sernivîskariya wî derketin û piraniya ronakbîrên Kurd ên wê demê li dora xwe civandin.

 

Celadet gelek berhemên giranbuha li pey xwe hiştin, wek: Rêzana Elfabêya Kurdî, Rûpeline Elfabê, Nimêjên Êzdiyan Bi Dîbaca Wî, Mektûbek ji Mistefa Kemal Re, Gramêra Zimanê Kurdmancî, tevî Rojê Lîsko û gelek berhemên din. Celadet Bedirxan hestyar û dilnazik jî bû û komek helbestên klasîk û nûjen ên balkêş nivîsandin.

 

Celadet ku ji Botan û Kurdistanê hatibû sirgûnkirin û dûrkirin, herdem di nav agirê bêrîkirina welêt de dişewitî. Di Bêriya Botanê de, Celadet wiha dibêje:

 

"Ka westanî ka Qesara ka kanî.

Kanîn zozan, cihên bilind kebanî.

Ewan jî bit kanî Beko, ka nêreng.

Kanîn ew bezm, kanî bade, kanî beng.

Kanî lo lo, lê lê li kû, kanî deng.

Kanîn çeper, bestî li kû, ka celeb.

Kanî dîwan, ne diyar e xafa mîr.

Ka çîrokbêj, dengbêj li kû kanî pîr.

Şax li kû ma, ka Berwarî, ka Dêrgul.

Tu tişt nema, vemirîne deng û gul."