Li Sine cihên geştiyarî tên paşguhkirin

 

Sine (Rûdaw) - Saziya torîzmê ya parêzgeha Sine li Rojhlatê Kurdistanê ragihand ku heya niha 3 navendên torîstî yên bi navên Hewraman, Îşkefta Kereftûyê û Deryaçeya Zirêwarê di lîsteya cihên torîstî yên cîhanê de nehatine tomarkirin.

 

Çalakvanên Kurd dibêjin eger giringî bi wan deveran neyê dayîn, Zirêwarê wê ziha bibe û Îşkefta Kereftûyê jî wê jinav biçe û navçeyên Hewramanê jî bi pêş nakevin.

 

Daxwaz jî tê kirin da ku zêdetir girîngî bi cihên torîstî yên Rojhlatê Kurdistanê bê dayîn.