Duzgun Kaplan: Tenê HAK-PAR Kurdan wekî milet dibîne

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê HAK-PARê Duzgun Kaplan ji Rûdawê re got, “36 partî beşdarî hilbijartinan dibin û tenê HAK-PAR Kurdan wekî milet dibîne û ji Kurdan re daxwaza statuyê dike.”

Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) dê 31ê Adarê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi tevahî li 130 navendan beşdarî hilbijartinên herêmî bibe.

Serokê HAK-PARê Duzgun Kaplan bû mêvanê Bultena Bakur a Rûdawê ku Hêvîdar Zana pêşkêş dike.

Duzgun Kaplan ragihand ku wan li 81 parêzgehan ji bo siyaseteke alternatîf berbijêr nîşan dane.

Duzgun Kaplan derbarê stratejiya partiya xwe de got:

“Stratejiya me ya pêşîn ew e, em dibêjin li Rojhilata Navîn meseleya herî girîng, meseleya Kurd e. Li Tirkiyeyê jî meseleya Bakurê Kurdistanê ye.

Ji bo çareserkirina vê meseleyê, em dixwazin temsîlîyeteke aqilane, demokrat û pêşverû çê bibe.”

“HAK-PAR ji bo modela federasyonê dikeve hilbijartinan”

Serokê HAK-PARê Duzgun Kaplan anî ziman:

“Em beşdarî hilbijartinên parlamentoyê jî bûn. Niha jî hilbijartinên şaredariyan hene. Di hilbijartinên şaredariyan de destkeftên baş hene.

Li Tirkiyeyê di sîstema serokatiyê de nirxê parlamenteriyê nemaye. Eger 366 parlamenterên te nebin tu nikarî yasayekê biguherî.

Eger 400 parlamenterên te nebin tu nikarî destûrê biguherî. Ev jî gelekî zehmet e û serok dikare parlamentoyê bypass bike.

Lê belê şaredarî ne wisa ye. Xwe bixwe îdarekirin e. Modela federasyonê heye. Ji bo modela federasyonê mirov dikare şaredariyan bi kar bîne. HAK-PAR ji bo wê armancê dikeve hilbjartinan.”

“Em li kolanan hene”

Duzgun Kaplan di bersiva pirsa “Gelo çima hûn zêdetir ne li kolanê ne ji xelkê re behsa bername û projeyên xwe nakin?” de got:

“Çi ji destê me tê em dikin. Di destê me de çiqas derfetên aborî hebin, çiqas kadro hebin em wan bi kar tînin. Niha li Rojhilata Navîn siyaseteke xirab heye. Kî bihêz be milet bi dû wî de diçe.

Lê nanerin ka ew siyaset şaş e, yan durist e. Ez ji we re bêjim. Em bi aboriyeke gelekî kêm siyasetê dikin. Em hemû çalakiyên xwe bi 20-30 hezar dolaran li dar dixin.

Ew partiyên di parlamentoyê de ne ji budceya dewletê pereyên gelekî zêde distînin lê em qurişekî jî nastînin. Em li kolanê ne. Çi ji destê me tê em dikin û di rastiyê de karên baş jî dikin.”

“Me daxwaza tifaqê kir lê ti aliyek amade nebû”

Duzgun Kaplan li ser hevpeymaniyeke bi partiyên Bakurê Kurdistanê re jî got:

“Min li Rûdawê û kanalên din jî gelekî bang kir. Min çend caran nivîsî. HAK-PAR beşdarî hibijartinan dibe. Ew heqê HAK-PARê heqê we ye. Werin em bi hev re bikevin hilbijartinan. Siyaseteke alternatîf ava bikin.

36 partî beşdarî hilbijartinan dibin. Tenê HAK-PAR Kurdan wekî milet qebûl dike. Me bang kir, me got werin em ji bo miletê Kurdistanê siyaseteke alternatîf ava bikin lê nehatin.

Niha jî daxuyanî dane, dibêjin, dengê xwe bidin namzedên, Kurdperwer û demokrat. Divê mirov nîşan bide. HAK-PAR ji Kurdan re statuyê dixwaze. Mixabin me çênekir.

Ne tenê li Bakurê Kurdistanê li her çar parçeyên Kurdistanê pêdiviya me bi siyaseteke aqilane heye.”

“Berbijêrên me li 81 parêzgehan heye”

Kaplan da zanîn ku wan ji bo siyaseteke alternatîf li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê namzedên şaredariyê destnîşan kirine û wiha got:

“Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 81 parêzgeh hene. Me li 81 parêzgehan berbijêr derxistine. Me got, eger Kurdekî ku meseleya Kurdan ji xwe re kiribe derd dema biçe ser sindoqan bila ne bêalternatîv be.

Ji ber wê me li 81 parêzgehan berbijêr derxistin. Li Bakurê Kurdistanê me li 30 navçeyan jî berbijêr derxistin.

Rewşa me ya aborî ne baş e. Niha hevalên me li Cizîr, Erxenî, Rezan û Sirûcê alîkariya berbijêrên me dikin.

Me ew wekî herêmên pîlot diyar kirine. Li wir xebatan dikin. Bi giştî li 81 bajaran çi ji destê me tê em dikin.”