Li Rihayê pevçûn: 4 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) -  Li navçeya Xelîliyeyê ya parêzgeha Rihayê di navbera du koman pevçûn derket û di encamê de 4 kes birîndar bûn.

Li cadeya Açiksuyê ya taxa Ahmet Yeseviyê di navbera du koman de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.

Piştre nîqaş veguherî pevçûna bi kêran.

Di pevçûnê de 4 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyên bajêr.