Nahît Eren: Em nikarin bibêjin ku dewlet dê qeyûman tayîn neke
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Baroya Amedê Nahît Eren Eren li ser danîna qeyûman got, “Em nikarin bibêjin ku dewlet dê qeyûman tayîn neke.”
Roja yekşemê 31ê Adarê dê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên şaredariyan werin kirin.
Rojeva xelkê Bakurê Kurdistanê dayîna qeyûman a li ser şaredariyan e.
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren li Amedê bû mêhvanê Rûdawa Îro ya ku Nûner Fatih pêşkêş dike.
Serokê Baroya Amedê da zanîn ku îhtimal heye careka din qeyûm bi ser şaredariyên bajarên Kurdan de werin sepandin.
“Bandora qeyûman li ser gelê Kurd heye”
Nahît Eren amaje bi bandora qeyûman kir û got:
“Bandora qeyûman heye. Ev 2 hilbijartin in qeyûm têne tayînkirin.
Di hilbijartinên 2014an û 2018an de li cihê şaredarên Amedê û bajarên din ê Kurdan şaredarên partiya îro ku navê wê DEM Partiye ji kar hatin dûrxistin û li cihê wan qeyûm hatin danîn.
Di vê mehê jî de hilbijartin hene û em nikarin bibêjin ku dê dewlet qeyûman tayîn neke. Hîn jî ew îhtimal heye. Bandora qeyûman li ser gelê Kurd heye. Gelê Kurd dibêje em vê sîstemê qebûl nakin.
Gelê Kurd dibêje, em dixwazin ew kesên me hilbijartine bila şaredarên me bin lê em nizanin bê ka dê piştî vê hilbijartinê çi bibe û çi nebe.”
Nahît Eren da zanîn ku li gorî destûr û yasaya Tirkiyeyê heta dadgeh derbarê şaredarekî de biryara cezayê nede nabe ku li cihê wî qeyûm were tayînkirin û da zanîn:
“Li gorî destûrê kesê ku hatiye hilbijartin, heger derbarê wî de dozek hebe dikare ceza lê were birîn. Wezareta Karên Navxwe dikare wê biryarê bide. Dozgerî dikarin hin biryaran bidin.
Lêbelê em dizanin li bajarên Kurdan li Bakurê Kurdistanê ev wisa nebû. Qeyûm ne ji ber sûcekî hatibû danîn. Dema dewlet ji bo Pirsa Kurd dest bi gavên ewlehiyê dike qeyûman jî tayîn dike.
Di sîstemê de cih heye lê belê em dizanin ku ew li gorî sîstemê gavan neavêjin.
Dema bi awayê meseleya ewlehiyê li Pirsa Kurd dinêrin qeyûm jî têne danîn. Di carekê de qeyûm ji bo 63 şaredarên HDPyê danîn.
Ne ku sucek kiribûn, yan jî derbarê wan de li dadgehê dozek hebû. Ji kar hatin dûrxistin û piştre doz derbarê wan de hat vekirin.”
“Dozên şaredaran bi salan berdewam dikin”
Nahît Eren derbarê pirsa “Di warê yasayî de DEM Partî çawa dikare parastinê li mayîna şaredarên xwe bike?” jî wiha bersiv da:
“Dema wan ji wezîfeyê distînin doz dest pê dikin û heta dema wezîfeya wan diqede ew doz berdewam dikin. Dewlet dozê vedike û ew doz berdewam dike.
Wekî mînak Şaredariya Amedê, doza Gultan Kişanakê hîn jî negihiştiye biryarekê. Di doza Selçuk Mizrakli de jî nû biryar hat dayîn. Heta pêvajoyê dozê berdewam dike dema şaredariyê jî xilas dibe.
Doza beriya bidawîbûna pêvajoya şaredariyê jî dewlet rê nade ew şaredar vegere ser karê xwe. Şaredarê Erxeniyê ji karê wî standin û li cihê wî qeyûm hat tayînkirin. Derheqê wî de lêpirsîn vekirin.
Di dadgehê de ceza jî lê nehat birîn. Serî li dadgehê da careke din vegeriya ser karê xwe lê belê ew jî qebûl nekirin.
Hîn Qaymeqamê Erxeniyê şaredariya wî bajarî dike. Heta niha li kesên ku cihê wan qeyûm hatine tayînkirin ceza lê nehatine birîn.”
“Sîstema dadê girêdayî desthilatê ye”
Nahît Eren amaje bi rewşa yasayî ya Tirkiyeyê û mafê mirovan a Tirkiyeyê jî kir û got:
“Rewşa dadgehan pir xirab e. Ez dikarim bi zelalî bibêjim. Di dema pêvajoa aştiyê di salên 2012-2015an û niha de rewş gelekî ji hev cuda ye.
Dema dewlet bi çavekî ewlehiyê li Pirsa Kurd dinêre û dest bi operasyonan dike li dadgehan jî ew derdikeve holê. Biryar û cezayên giran têne dayîn.
Kesên ku îfadeyên xwe tînin ziman têne darizandin û girtin. Kesek li ser Pirsa Kurd jî biaxive derheqê wî de ji ber propaganda û endamtiya rêxistinê doz tê vekirin.
Li Tirkiyeyê sîstema dadê bi tevahî girêdayî desthilatê ye. Desthilat li meseleyekê çawa binêre, dadgeh û dozger jî wisa li meseleyê dinêrin. Siyasetmedarên Kurd, bi salan e di girtîgehan de ne.
Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê biryara azadkirina wan dide lê wan biryaran bi cih nakin. Niha bi giştî li Tirkiyeyê hiqûq ne baş e.”
“Ji ber gotina Kurdistanê doz tên vekirin”
Nahît Eren ji bo pirsa “Hîn jî ji ber axaftin û nivîsîna bi Kurdî doz tê vekirin?” jî da zanîn:
“Niha na lê belê berê ji ber axaftina Kurdî gelek doz dihatin vekirin. Van salên dawiyê ji ber axaftin û nivîsîna bi Kurdî pir doz nayên vekirin.
Lê belê ji ber bilindkirina Alaya Kurdistanê û heger ji Herêma Kurdistanê re bibêjî, Kurdistan hinek doz têne vekirin.
Li gorî destûra Tirkiyeyê êdî her kes bi zimanê ku bixwaze dikare propagandaya xwe bike. Rêya wê hatiye vekirin lê hin caran jî ji ber nivîsan bi hinceta propagandaya rêxistinê doz têne vekirin.”
Serokê Baroya #Amed'ê Nahît Eren: Qeyûman bandoreke zêde li hemû bajaran kiriye
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 27, 2024
📌 Hîn jî tirs heye ku qeyûm bên tayînkirin
📌 Gelê #Kurd dibêje em qeyûman naxwazin
📌 Li Tirkiyeyê rewşa dadgehan xerab e pic.twitter.com/LX4mGo4S8f