Nasnameya du gerîlayan hat eşkerekirin

28-03-2024
Nîşan HPG Gerîla Nasname
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - HPGyê nasnameyên du gerîlayên ku li Amanosan canê xwe ji dest daye eşkere kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku Demhat Rêzan û Andok Bagok sala 2018an li Amanosan canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê, Îsmaîl Ozdemîrê bi nasnavê Demhat Rêzan ji Şirnexê ye û wî 27ê Adara 2018an li Amanosan canê xwe ji dest daye.

HPGyê destnîşan kir ku Delîl Goktaşê bi navê Andok Bagok ji Mêrdînê ye û wî jî heman rojê li heman cihî canê xwe ji dest daye.

HPGyê da zanîn ku her du gerîla di nava malbatên welatparêz de ji dayîk bûne û tevî refên gerîlayan bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst