Li Çewlîgê qeza: Du kes mirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Çewlîgê otomobîlekê li dîwêr xist û du kesên tê de mirin.
Li gorî agahiyan, otomobîla ku ajokarê wê A.N. bû, li ser rêya Çewlîg û Xarpêtê ji kontrolê derket û li dîwêr xist.
Tîmên tenduristiyê çûn cihê qezayê û wan tesbît kir ku ajokar û kesekî din ê di otomobîlê de mirine.
Tîman her du term ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlîgê.