PKK: Fermandarê me Fazil Botan jiyana xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) – PKKê ragihand, ku fermandarekî wan ê pilebilind ê bi navê Fazil Botan jiyana xwe ji dest daye.

Komîteya Navendî ya PKKê bi daxuyaniyekê ragihand ku fermandarê wan ê pilebilind Fazil Botan di 15ê Hezarana 2022an de jiyana xwe ji dest daye.

Di daxuyaniya Komîteya Navendî ya PKKê de wiha tê gotin: “Partiya me ku ji 21ê Adarê roja çalakiya fedaî ya mezin a Hawayê Hemdem hevrê Mazlûm Dogan û heta 28ê Adarê roja şehadeta fermandarê gerîla yê mezin hevrê Mahsûm Korkmaz weke Hefteya Lehengiyê pîroz dike, şehadeta fermandarê mezin û endamê Komîteya Navendî ya partiya me hevrê Fazil Botan radigihîne.”

Fazil Botan li parêzgeha Şirnexê li quntara Çiyayê Cûdî yê Botanê, li nava eşîra Gête di sala 1968an de ji dayik bûbû û di sala 1988an de li Botanê tevlî nava refên PKKê bûbû.

Li gor daxuyaniyê, Fazil Botan li herêmên cuda yên Bakurê Kurdistanê, li Qendîlê li Başûrê Kurdistanê û herwiha li Rojavayê Kurdistanê di nav refên PKKê de di erk de bûye.

Li ser berpirsyariyên Fazil Botan di nav refên PKKê de, Komîteya Navendî ya PKKê dibêje, “Fazil Botan cihê xwe di nava Rêveberiya Biryargeha Navendî û Konseya Fermandariyê ya HPGê de girt, piştre jî beşdarî wezîfeya li Fermandariya Qada Qendîlê bû. Di sala 2012an de li dijî DAIŞê ku êrîşî şoreşa Rojava kir, cihê xwe li nava eniya şer girt. Di sala 2015an de di dema pîrozbahiyên Newrozê de ji ber qezayekê bi giranî birîndar bû û ji bo tedawiyê derbasî Ewropayê bû. Di 15ê Hezîrana 2022'an de tevlî karwanê şehîdan bû.”