Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê: 8 endamên DAIŞê li Silêmaniyê hatin girtin

28-03-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand ku 8 çekdarên DAIŞê hatine girtin û radestî desthilata dadweriyê hatine kirin.

Di daxuyaniya Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê de hat ragihandin, ku di operasyonekê de li Silêmaniyê “8 terorîstên DAIŞê” hatine desteserkirin.

Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê dibêje, ew endamên DAIŞê yên ku hatine girtin, li gorî madeya 4 a qanûna terorê ji aliyê dadgehê ve fermana girtina wan hatibû dayîn û tekez dike, ew kes “ji bo xwe veşêrin hatibûne Herêma Kurdistanê û li parêzgeha Silêmaniyê bi cih bûbûn.”

Di daxuyaniyê de herwiha tê gotin ku ew çekdarên DAIŞê yên hatine desteserkirin Ereb in û radestî desthilata dadê hatine kirin.

Li aliyekî din hatiye gotin ku operasyon bi hevahengî û hevkariya saziyên ewlekariyê yên Iraqê bi taybet Istixbarata Iraqê û Dije Terora Iraqê hatiye kirin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst