Amed - Di dosyaya îşkencekirina zarokî Kurd de pêşhateyeke nû

28-03-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Zarok Polîs Îşkence Newroz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Licê ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê duh derbarê 2 polîsên din de jî ku roja Newrozê îşkence li zarokî 14 salî kiribûn biryara girtinê hat hatibû derxistin, lê îro dîsa hatin berdan.

Roja Newrozê 21ê Adara 2023ê li navçeya Licê polîsan zarokî 14 salî yê bi navê Y.D îşkence kiribûn, piştî belavbûna dîmenan û nûçeyê yek jê komiser bi giştî 5 polîs roja 27ê Adarê hatibûn desteserkirin û piştre 2 polîs hatibûn berdan. Serdozgeriya Komarê duh 27ê Adarê berdana wan herdu polîsan îtiraz kir. Li ser îtiraza Serdozgeriyê, Dadgeha Ceza ya Asliye biryara girtina herdu polîsan da.

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren îro Sêşemê 27ê Adarê li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir ku ew herdu polîs bo cara duyemîn hatine berdan.

Nahît Eren dibêje: “Li ser îtirazê 2 polîsên ku ji aliyê Dadgeha Cezayê Asliyeyê ve derbarê wan de biryara girtinê hatibû dayîn, ji aliyê Dadweriya Cezaya Sulhê ya Licê ve bi şertê kontrola edlî ya qedexeya derketina derve bi awayekî derhiqûqî serbest hatin berdan. Em dê li dijî biryara neqanûnî îtîrazê bikin.”

Parêzgariya Amedê roja Yekşemê 26ê Adara 2023an ragihandibû ku derbarê îşkecekirina zarokê 14 salî yê li navçeya Licê de 1 komiser û 4 polîs bi giştî 5 kes hatine desteserkirin û her 5 kes ji kar hatine dûrxistin.

Li navçeya Licê ya Ameda Bakurê Kurdistanê zarokekî 14 salî di roja Newrozê de rastî îşkenceya polîsan hatibû û zarok gotibû polîsan gef lê xwarine û eger Sirûda Neteweyî ya Tirkan ji ber neke dê bê kuştin û paşê jî dest û lingên wî girêdane û ew avêtine cihekî tarî.

Y. Diken heta derengê şevê li wî cihî mabû û piştre gundiyek ku di wê derê re derbas bûye, ew dîtiye û dest û lingên wî vekirine. Wan polîsan li wî zarokê Kurd dabûn, çend birîn li ser laşê wî hene û metirsî heye çavekî xwe ji dest bide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst