Li Xarpetê pevçûn: 2 kes birîndar bûn

28-03-2023
RÛDAW
Nîşan Xarpêt Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpetê ya Bakurê Kurdistanê di şerê di navbera dû  malbatan de 2 kes  bi giranî birîndar bûn.

Li gor zanyariyan roja Sêşemê 28ê Adara 2023an 4 kesên ji dû malbatên cuda yên bi navên  M.Y. ve N.Y ile M.K. û  A.K  ku pêştir di navbera wan de alozî hebû, li taxa Kiraç a girêdayî bajarokê Akçakîraz yê Xarpetê rastî hev hatin û piştî demek ji nîqaşê şerê hev kirin.

Di şer de çek jî hatin bikaranîn û welatiyên bi navên M.K û A.K bi giranî birîndar bûn

Gumanbarên bi navên MY. û N.Y piştî bûyerê reviyan.

Li ser agahadarkirinê tîmên tendirustî çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Hat ragihandin ku rewşa tendirustî ya herdû welatiyên birîndar ne cîgir e û hêzên ewlekariyê ji bo desteserkirina gumanbarên reviyayî dest bi lêkolînan kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst