Amnesty rapora derbarê Rojavayê Kurdistanê de belav kir

28-03-2023
RÛDAW
Amnesty rapora derbarê Rojavayê Kurdistanê de belav kir
Amnesty rapora derbarê Rojavayê Kurdistanê de belav kir
Nîşan Amnesty Rojavayê Kurdistanê Rêxistina Efûya Navdewletî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Efûya Navdewletî (Amensty International) rapora xwe ya 2022an a di derbarê rewşa mafê mirovan a Rojavayê Kurdistanê de belav kir.

Rêxistina Efûya Navdewletî (Amnesty International) li binpêkirinên li Efrînê û rojavayê Kurdistanê raportek belav kir û tê de got, li Efrînê ji ber Kurdbûnê xelk ji aliyê çekdaran ve têne girtin û li Rojavayê Kurdistan jî rê li ber azadiya rojnamegerî tê girtin. Amnesty, qedexekirina Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê weke nimûne tîne.

Di raportê de ku duh hatiye belavkirin wiha tê gotin:

- Ji ber şerê li Sûriyê rewşa civakî ya xelkê gelekî xerab bû, aliyên şer bê ku werin cezakirin binpêkirinan berdewam dikin.

- Di sala 2022 de grûpên çekdarên yên ser bi opozîsyonê û Tirkiyê ve li ser riya Qamişlo û Amûdê 4 sivîl birîndar kirin

- Li gundekî nêzîkî Efrînê, Tirkiyê û çekdaran di êrîşekê de li ser dibistanekê 11 zarok birîndar kirin

- Amnesty behsa raporteke rêxistina Hevdestî dike ku navenda wê Kobanî ye û dibêje li Efrîn, Serê Kanî û Girê Spiyê Kurd ji aliyê çekdaran û Tirkiyê ve ji ber Kurdbûna xwe tên girtin

- Amnesty behsa binpêkirinên li navçeyên Rêveberiya Xweser jî dike û dibêje li kampên Hesekê ku malbatên DAIŞê lê girtîne bipêkirin çêbûne.

- Amnesty behsa raporteke rêxistina Sûriyên ji bo Rastî û Dadweriyê dike û dibêje, di 6 mehên destpêka sala 2022 de li Efrînê 311 kes ji ber rewşa xwe ya etnîkî hatine girtin, 282 kes beramberî peran hatine berdan.

- Rêxistina Amnestyê behsa Rûdawê jî dike û dibêje li navçeyên Rêveberiya Xweser azadiya ramanê tê astengkirin û karê Tora Medyayê ya Rûdawê hate qedexekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst