Dergevanê Amedî: Profesor dibin parlamenter çima dergevan nebin parlamenter?

28-03-2023
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Wêne: Rûdaw Grafîk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Amed Dergevan Berendm Evdilrezaq Memîş
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê kampanyaya hilbijartinê ne fermî be jî dest pê kiriye. Her roj, nûçeyeke nû belav dibe. Li Amedê kesekî bi navê Ebdulrezaq Memîş ku dergevaniyê dike ji bo ku biçe Parlemana Tirkiyê serî li Partiya Kesk a Çep da û xwe berbijêr kir.

Evdilrezaq Memîş ev 11 sal in li Amedê di avahiyan de dergevaniyê dike. Lê taybetiyeke wî ya ji hevalên wî yên dergevan heye. Ji bo ku di hilbijartinên 14ê gulanê de bibe parlamenter xwe di lîsteya Partiya Kesk a Çep de berbijêr kir.

Dergevan Evdilrezaq Memîş dibêje “Îsal di serdema 28an a parlamentoyê de, di partiya me ya Partiya Kesk a Çep de min namzetiya xwe danî li Amedê. Ez dixwazim mafê dergevanan biparêzin. Ger partiya me rê bide me, ez ê herim parlamentoyê.”

Li gorî Memîş heta niha kesên maldar û xwedî pere bûne parlamenter û ev niheqiyeke mezin e. Divê karker jî bikaribin di wê parlamentoyê de cih bigrin.

Evdilrezaq Memîş got jî “Xwediyên karxaneyan dibin parlamenter, ew ê pereyên wan pir hebin ew dibin parlamenter, profesor diçin xwe dikin parlamenter. Çima em dergevan nebin parlamenter? Ma em jî ne mirov in?”

Memîş li kolanê kî dibîne silavê dide. Êdî derfetên karê xwe jî ji bo propagandaya hilbijartinê bi kar tîne. Der û dor jî razî ne ku ew biçe parlamentoyê.

Cîranê Evdilrezaq Memîş anî ziman “Bila derbasî parlamentoyê bibe. Bila li wê derê me temsîl bike. Cîranê me ye, hevalê me ye, dostê me ye, baş e. Em hertim pişta wî digrin.”

Karkerê lastîkan Silêman Keskîn diyar kir “Em qayîl in ew hevalê me bi ser bikeve. Bila biçe parlamentoyê û heqê me jî biparêze. Em rayê xwe didin wî.”

Karkerê firûnê Mehmûd Guneş ragihand “Li gorî Evdilrezaq Memîş ger Partiya Kesk a Çep wî hilbijêre û ew biçe parlamentoyê, bi xêra wî dê parlamento jî siyaset jî rengîntir bibe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst