Komeke ser bi Îranê: Me li Rimêlanê êrîşî hêzên Amerîkayê kir

28-03-2023
RÛDAW
Komeke çekdar a ser bi Îranê ve ragihand, wan êrîşî hêzên Amerîkayê yên li Balafirxaneya Rimêlanê li Rojavayê Kurdistanê kiriye. Wêne: Skrînşot ji vîdyoya dîmenê êrîşê ku ji aliyê wê komê ve hatiye belavkirin.
Komeke çekdar a ser bi Îranê ve ragihand, wan êrîşî hêzên Amerîkayê yên li Balafirxaneya Rimêlanê li Rojavayê Kurdistanê kiriye. Wêne: Skrînşot ji vîdyoya dîmenê êrîşê ku ji aliyê wê komê ve hatiye belavkirin.
Nîşan Rojava Rimêlan Amerîka Îran Lîwaya Xalîbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komeke çekdar a nêzîkî Îranê berpirsyaretiya xwe ji êrîşa şeva pêncşema bihorî ya li ser Balafirxaneya Rimêlanê ya hêzên Hevpeymanan li Rojavayê Kurdistanê ragihand, têde belênderekî Amerîkî hatibû kuştin û 5 serbazên Amerîkî jî birîndar bibûn.

Grûpa bi navê Lîwaya Xalîbûn li ser hesabê xwe yê Telegramê ragihand, ku wan bi dronan êrîşî Balafirxaneya Rimêlanê ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Rojavayê Kurdistanê kiriye.

Lîwaya Xalîbûn dîmenên vîdyoyî yên dema êrîşa bi dronê bo ser wê baregeha hêzên Amerîkayê û Hevpeymanan belav kiriye û ragihandiye, ew êrîş wek bersivekê li hemberî kuştina fermandarê Feyleqa Quds a Supaya Pasdaran a Îranê Qasim Sulêymanî û Cîgirê Serokê Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis bûye ku destpêka sala 20212an di êrîşeke Amerîkayê de li Balafirxaneya Bexdayê hatibû kuştin.

Grûpa Lîwaya Xalîbûn di daxuyaniya xwe de îdia kiriye, artêşa Amerîkayê “tawanan li Iraq û navçeyê pêk tîne”, û tekezî li ser wê yekê kiriye ku ew dê bi çekên pêşketî êrîşî hêzên Amerîkî li Iraq û navçeyê bikin.

Roja Pêncşema bihorî bi dronan êrîşî baregeha hêzên Amerîkayê û Hevpeymanan li Balafirxaneya Rimêlanê li Rojavayê Kurdistanê hatibû kirin û li gor rayedarên Amerîkî, di êrîşê de kesekî Amerîkî yê xanenişîn hat kuştin û 5 serbazên Amerîkî jî birîndar bûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst