Li Şirnexê ambulansa li mîksera betonê qelibî agir pêket

Hewlêr (Rûdaw) -  Li navçeya Elkê ya Şirnexê li Bakurê Kurdistanê ambulans û mîksera betonê li hev qelibîn û di encamê de agir bi ambûlansê ket.

Ambulans û mîksera ku hêj nasnameya ajovanên wan nehatiye zanîn, li devera gundê Aşagidereyê li hev qelibîn.

Li ser agahdarkirinê, tîmên cendirme û îtfaiyeyê çûn cihê bûyerê.

Di qezayê de herdu ajovan bi sivikî birîndar bûn.

Agir bi midaxeleya ekîban hat vemirandin û ambûlansa ku ji ber qezeyê agir pê ket, ji kar ket.