Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Elkê ya Şirnexê li Bakurê Kurdistanê ambulans û mîksera betonê li hev qelibîn û di encamê de agir bi ambûlansê ket.
Ambulans û mîksera ku hêj nasnameya ajovanên wan nehatiye zanîn, li devera gundê Aşagidereyê li hev qelibîn.
Li ser agahdarkirinê, tîmên cendirme û îtfaiyeyê çûn cihê bûyerê.
Di qezayê de herdu ajovan bi sivikî birîndar bûn.
Agir bi midaxeleya ekîban hat vemirandin û ambûlansa ku ji ber qezeyê agir pê ket, ji kar ket.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse