Serok Barzanî: Em bêrêziya li hember Lêvegera Şîe û şewitandina ofîsa PDKê protesto dikin

28-03-2022
RÛDAW
Nîşan Serok Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de bêrêziya bi Lêvegera Şîe ya Iraqê û herwiha êrîşa ser ofîsa PDKê ya li Bexdayê û şewitandina wê protesto kir.

Di demjimêrên destpêkê yên îro Duşembê 28ê Adara 2022an de alîgirên Heşda Şeibî û grûp û partiyên ser bi Îranê ve êrîşî avahiya ofîsa Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya li Bexdayê kirin û agir bi beşeke avahiyê xistin û şewitandin. Êrîş bi vê hincetê hatiye kirin ku qaşo kesek ku wek kadroyekî PDKê hatiye nasandin, di twîtekê de sivikatî bi Lêvegera Şîeyan kiriye.

Serok Barzanî têkildarî wan bûyeran did axuyaniyekê de ragihand, “Bêrêzîkirin bi pîroziyan û sembolên bilind bi ti awayekî nayê qebûlkirin û derbaskirina xeta sor e û em gelek bi tundî vê sivikatiyê şermezar dikin ku şeva bihorî kesekî li hember Lêvegera Şîe kiriye.”

Barzanî diyar kir, “Ti peywendiya tevgerên bi vî awayî bi gelê Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê ve tune ye.”

Derbarê êrîşa ser ofîsa PDKê ya li Bexdayê û şewitandina ofîsê de jî Serok Barzanî dibêje, “Herwiha em gelek bi tundî şewitandina baregeha Partiya Demokrata Kurdistanê ya li Bexdayê protesto dikin ku ev cara duyem e ji aliyê komek têkder û şikestxwariyan ve tê kirin û ev belge ye li ser hebûna bêserûberiyê û nebûna seqamgîrî û ewlehiyê.”

Pêştir di 17ê Cotmeha 2020an de beşek ji alîgirên Heşda Şeibî êrîş ofîsa PDKê ya li Bexdayê kiribûn û beşek ji ofîsê û Ala Kurdistanê ya li ser avahiya ofîsê şewitandibûn û flamaya Heşda Şeibî li ser baregehê bilind kiribûn.

Serok Barzanî di berdewamiya daxuyaniya xwe de dibêje, “Kurdistan xwedî kultureke bilind a pêkvejiyanê ye û ti demam cihê bêrêziya bi sembol û pîroziyên xelkê di nav kultura gelê Kurdistanê de nebûye û nabe jî.”

Derbarê peywendiyên di navbera gelê Kurd û aliyên Şîe yên Iraqê de jî Serok Barzanî daye xuyakirin, “Gelê Kurdistanê rêz û pêzanîneke zêde ji bo Lêvegerê heye û peywendiyên dîrokî û dostannî û hevsoziya di navbera Barzanî yê nemir û Ayetullah Hekîm û Şehîd Sedir de şahidiya wê peywendiyê û dostaniya kevnar e. Ew kesê ku sivikatî jî kiriye, ji aliyê yasayê ve hatiye girtin û dê cezayê tawan û zêdegaviya xwe werbigre.”

Têkildarî wan bûyeran, Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê jî di daxuyaniyekê de ragihandiye, li ser fermana Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed ew kesên ku sivikarî bi rêberê olî yê Şîe kiriye hatiye desteserkirin û radestî desthilata dadê hatiye kirin.

Herwiha Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) jî di dauxyaniyekê de ragihand, twîta wî kesî derbirîna nêrîna wî bi xwe ye û ti têkiliya PDKê bi mijarê re nîne. PDKê êrîşa ser ofîsa xwe ya li Bexdayê jî şermezar kir û tekez kir, “Baweriya PDKê bi pêkvejiyana aştiyane û rêzgirtinê heye.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst