Pervîn Buldan: Siyaseta Tirkiyê bê HDP ne pêkan e

28-03-2022
RÛDAW
Nîşan Şirnex Bakurê Kurdistanê HDP Pervîn Buldan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Buldan di kongreya teşkîlata partiya xwe ya Şirnexê de ragihand, siyaseta Tirkiyê bê HDP ne pêkan e û got: “Yên ku vê hesabê dikin, bila ji niha ve di nava çopa siyasî de ji xwe re cihekî veqetînin.” Buldan herwiha diyar kir, eger demokrasî li Şirnex û Botanê tunebe, li Tirkiyê jî nabe.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi amadebûna hevseroka partiyê Pervîn Buldan roja Yekşembiyê 27ê Adara 2022an li Şirnexê 4mîn kongreya xwe ya asayî li dar xist. Pervîn Buldan di kongreyê de diyar kir rêya ku gel nîşan daye rêya herî baş e û got HDP'a ku rêya gel nas dike partiyeke ku li ser vê rêyê dimeşe.

Buldan bal kişand ser guherîna qanûna hilbijartinê ya ku ji aliyê AK Partî û MHPê ve hat amadekirin û li Komîsyona Destûra Bingehîn a Parlamentoya Tirkiyê hat qebûlkirin û wiha got: “Ji bo ku HDP nekeve Parlamentoyê benda hilbijartinê ya ji sedî 10 anîn. Niha jî dîtin ku gelê me bendan dişun û dikevin hilbijartinan û dikevin parlamentoyê. Em dizanin ku wan benda hilbijartinê ya ji sedî 7 ji bo hevparên xwe yên biçûk anîne, lê ev hevparê biçûk di rewşeke wiha de ye ku nikarin benda hilbijartinê ya ji sedî 7 derbas bikin.”

Buldan got, “Em partiyek in ku bend derbas kirine. Bawer bikin ku em dê astengiyên li pêşiya aştiyê derbas bikin, em soz didin we. Em careke din soz didin we ku em dê bendên li pêşiya demokrasî û edaletê bişkînin. Bila xewna siyaset, parlemento û Tirkiyeya bê HDP berdewam bikin. Yên ku vî hesabî dikin, bila ji niha ve di nava çopa siyasî de ji xwe re cih veqetînin, ji ber ku cihê hûn dê biçin çopa siyasî ye, şik û guman jê nîne.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Pervîn Buldan bi gotina “Divê her kes zanibe û bi bîr bîne ku bêyî demokrasiya Şirnex û Botanê demokrasî nayê Tirkiyeyê" tekez kir, ji bo vê jî “divê her kes ji bo aştiyê rabe ser piyan û berpirsyariya xwe bi cih bîne.”

Hevseroka Giştî ya HDPê destnîşan kir, “Dema mezinkirina Tifaqa Demokrasiyê ji Şirnexê heta Edîrneyê û pêkanîna wê hatiye. Divê em hemû ji bo vê têbikoşin û ji bo ev hevpariya têkoşînê û tifaqa demokrasiyê li tevahiya Tirkiyeyê belav bibe, divê em xebatên xwe bidomînin.”

Pervîn Buldan got, “Armanca me ya sereke ew e ku em li vî welatî pêşerojeke bi rûmet û wekhev di nava aştiyê de bi ser bixînin. Armanca me ya sereke ew e ku em komareke bi demokrasiyeke xurt bi hev re pêşkêşî vî welatî bikin, sîstemeke demokratîk ava bikin û bicihaîna vê armanca me ya sereke ye. Nivîsandana destûrek nû lazim e ku her kes têde xwedî mafên wekhev be. Bi vê destûra nû re dema wê hatiye ku em wek HDP destûrekê pêk bînin ku têde hemû gelên ku nasname û baweriyên wan tên înkarkirin û nebûyî tên hesibandin, bi awayekî wekhev bên garantîkirin.

Buldan soza wê yekê jî da ku dê di hilbijartinan de bersiva hikûmeta Tirkiyê bidin û got, “Êdî dem hatiye ku ders bidin hikûmetê. Rêya vê yekê jî sindoq e.”

Piştî axaftinan, di kongreyê de Abdullah Gungen û Sabuha Akdag ji bo Hevserokatiya HDP'ê ya Şirnexê hatin hilbijartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst