Çekdarên girêdayî Tirkiyê mala pîrejinekê talan kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, çekdarên ser bi Tirkiyê mala pîrejinekê talan dikin û 3 welatiyên gund bi wê tawanê tometbar dikin.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriye, Ibrahîm Şêxo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku, çekdarên herdu grûpên bi navên “Hemzat” û “Sultan Murad, şeva Çarşemê 23yê Adara 2022yan, li gundê Qere Gule yê ser bi nahiyeya Bilbilê, girte ser mala pîrejinekê bi navê Emîne, ku jinebiya (Mecîd Elî) ye, ji wî gundî.

Li gorî zanyariyên Ibrahîm Şêxo ji Rûdawê re eşkere kirin, çekdarên wan herdu grûpan mal, milk û zêrên wê pîrejinê revandin û çûn.

Roja piştî wê bûyerê, çekdarên grûpa Hemzat welatiyê bi navê Mihemed Mihemed û birayê wî û kesekî din, ji heman gundî girtin û tometa wê talankirinê arasteyî wan kir.

Li ser wê tometê jî, çekdarên grûpa Hemzat ew hersê welatî bi tundî îşkence kirin, ji bo ku wê talankirina mal û zêrên Emîne têxin stûyê xwe.

Ji 20ê Çileya 2018yan ve, talankirina mal û milkên welatiyên Efrînê li ser destên grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê, berdewam e û ti rêgirî ji wan re nehatiye kirin.