Malbata Kurd a nexweş li benda alîkariya xêrxwazan e

28-03-2022
Xalid Cemîl Mihemed
Malbata Kurd a nexweş li benda alîkariya xêrxwazan e
Malbata Kurd a nexweş li benda alîkariya xêrxwazan e
Nîşan Malbata Kurd Minbic Nexweş Alîkarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Malbateke Kurd a ji bajarê Minbicê, ku xwedan pêdiviyên taybet in di rewşeke tendirustî û aborî ya zehmet de dijîn.

Şeş endamên vê malbatê nexweş in û weke ku ew jî dibêjin, ji bo çareseriya tendirustî, pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.

Bavê zarokên nexweş got “Ez û zarokên xwe va em 5-6 serî kulfet in. Dê, xwişk û birayên min û bavê min jî çar kes in. Bavê min jî nexweş e. Em dixwazin alîkariyek bi me re bê kirin.”

Vê malbatê li Sûriyê hewl da çareseriyeke tandirustî ji nexweşn xwe re bibîne, lê ti encama baş jê nebû.

Dapîra zarokên nexweş dibêje “Ez dixwazim alîkariyek bi min re bê kirin. Me van keçikan jî şeş caran neştergerî kir lê ne serkeftîbûn. Ez alîkariyê ji we dixwazim. Xwedan xêran ev xanî ji wan re lêkirin. Roj heye pere li ba min tineye, ez potikên wan dişom. Ez jî miroveke temen mezin im û nexweşim.”

Bi sedema alozbûna rewşa Sûriyê û buhabûnê, çareserkirina gelek nexweşiyan zehmet bûye, him ji ber nebûna dahatê him jî ji ber nebûna amêrên bijîkî û dermanan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst