Li Wanê bi hinceta qaçaxçitiya koçberan 4 kes hatin girtin

28-03-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, bi hinceta qaçaxçitiya koçberan kirine 4 kes hatin girtin.

Rêveberiya Ewlekariya Wanê ragihand, tîmên Şaxa Deriyên Sînorî û Tekoşîna li Dijî Qaçaxçitiya Koçberan, hefteya borî 8 operasyon li dar xistin û bi hinceta qaçaxçitiya koçberan kirine 15 kes desteser kirin.

Herwiha 2 xaniyên xewle ku ji aliyê koçberan ve dihatin bikar anîn, hatin rûxandin.

15 kes piştî temambûna karên wan û wergirtina îfadeya wan bo dadgehê hatin şandin û bi biryara dadgehê 4 kes hatin girtin û 11 kes jî hatin berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst