PJAK: 2 gerîla di komployeke Îranê de şehîd bûn

28-03-2021
RÛDAW
Nîşan PJAK Îran Silêmanî Pênciwên Çem Şilêr Komara Îslamî Gerîla
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokatiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi daxuyaniyekê aşkere kir ku di êrişeke Îranê de 2 gerîlayên wan li herêma Çem Şilêr a ser bi bajarê Pênciwên a ser bi bajarê Silêmaniyê ve jiyana xwe ji dest dane.

PJAKê derbarê çawaniya bûyer û êrişa ku roja 4ê Sibatê pêk hatiye, ev zanyarî belav kirine, “2 kes bi armanca dîtina komeke hevalên me, serdana Herêma Çem Şilêr dikin. Ev du kesên kirêgirtî, bi planeke berê hatibû amadekirin, diçin cem hevalên me û dema fersendê dibînin plana xwe pêk tînin.”

PJAK diyar dike ku di encama êrişa “kesên kirêgirtî” de “her du hevalên me Zagros Manî û Şewger Çiya bi şêwazek ne mirovane tên şehîd xistin. Ev bûyer carek din rûyê dijî mirov ê komara dagirker ya Îslamî nîşan da."

Nasnameya gerîlayên ku di êrişa Îranê de jiyana xwe ji dest dane bi vî awayî ne; Mehdî Rizayî bi nasnav Zagros Manî ku xelkê Kirmaşanê bûye û 2014an beşdar bûye. Ako Fetih bi nasnav Şewger Çiya ku xelkê Sine bûye û 2018an beşdar bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst