Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin

28-03-2019
RÛDAW
Peyrewên Zerdeşt jidayîkbûna wî weke destpêka qonaxeke nû dibînin
Peyrewên Zerdeşt jidayîkbûna wî weke destpêka qonaxeke nû dibînin
Nîşan Silêmanî Zerdeşt Jidayîkbûn Pîrozkirin
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Li Silêmaniyê zerdeştiyan roja jidayîkbûna Aşû Zerdeşt pîroz kirin, ku 3 hezar û 757 sal berê jidayîk bûye.

 

Peyrewên Zerdeşt Pêxember jidayîkbûna wî weke destpêka qonaxeke nû dibînin û dibêjin ku di wê rojê de wisa hest dikin ku cardin jidayîk bûne.

 

Asrewanê Perestgehê Qadirok Ehmed ji Rûdawê re diyar kir ku peyama Aşû Zerdeşt peyameke ji bo hemû mirovahiyê ye, ji bo aştî û tebayî û yekîtî di navbera mirovan de li dijî şer û kuştinê, hêviya me ya mezin ew e ku şer û kuştin nemîne, hemû mirov bi tebayî li ser vê axê bijîn.

 

Li Herêma Kurdistanê sê perestgehên Zerdeştî hene. Li gor amarên rêxistina Yesna nêzîkî 300 hezar peyrewên vê baweriyê hene, lê ev amar bi awayekî fermî nehatiye piştrastkirin.

 

Li gor yasaya jimare pênc a sala 2015an a Parlementoya Kurdistanê, ola zerdeştiyê weke yek ji olên fermî yên Herêma Kurdistanê hatiye qebûlkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst