YPG: 16 çekdar hatin kuştin û 2 wesayît hatin jinavbirin

Navenda Nûçeyan – Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand ku Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê 2 wesayîtên artêşa Tirkiyê hatin jinavbirin û16 çekdar jî hatin kuştin.

 

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Berdevkê Fermî yê YPGê li Efrînê Birûsk Hesekê ve hatiye ragîhandin, Şervanên YPG/YPJê îro çalakiyek li dijî hêzên artêşa Tirkiyê li Efrînê kirin.


Şervanên YPGê li taxên Zêdiyê, Mehmûdiyê û Şari El-Vîllat ên bajarê Efrînê çalakiyên suiqast û teqandina baragehên hêzên artêşa Tirkiyê, El-Cebhe El-Şamiye, Ehrar El-Şerqiye, Eherar El-Şam,  pêk anîn.


Birûsk Hesekê diyar kir ku di encamê de 16 çekdar û leşkerên artêşa Tirkiyê û hêzên dijbereya Sûruitê hatin kuştin û 2 wesayît jî hatine jinavbirin.


Herwiha hat ragîhandin ku di encama çalakiyên 4 rojên dawiyê yên şervanan li dijî hêzên artêşa Tirkiyê de, hejmara kuştiyên hêzên artêşa Tirkiyê gihîştiye 36an.