Kurdistan û Îran nêzîk dibin: Hevdîtin li ser hinartina petrolê dest pê dikin
Silêmanî (Rûdaw) – Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê Nazim Debax, ragihand ku piştî bidawîbûna bêhnvedana Newrozê, gotûbêjên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Îranê li ser şandina petrola Kurdistanê bi rêya Îranê re, dest pê dikin.
Derbarê mijarê de Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê Nazim Debax agahî da Rûdawê û got: “Di 4-5ê meha Nîsanê de pişûya Newrozê bidawî dibe û şandên peywendîdar dest bi gotûbêjan dikin, ji ber tişta heye heta niha danûstandin e, behsa mijarê hatiye kirin û axaftin li ser tê kirin, biryar e rûniştinên din bên kirin û bizanin encama gotûbêjan çi dibe.”
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhan a Tirkiyê re petrola xwe difroşe şîrketê cîhanî. Bilindtirîn asta hinardekirinê jî bi wê rêyê di rojekê de nêzîka 700 hezar bermîl e. Lê li nav Herêma Kurdistanê piştgirêdan tenê bi rêyekê bûye sedema rexneyan lewma pêdivî tê dîtin ku Herêma Kurdistanê rêya duyem jî hilbijêre.
Nazim debax ew yek red kir ku hilbijartina Îranê bo danûstandinên bazirganî û hinardekirina petrolê, ji ber nerînên cuda yên navbera partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê be û wiha axifî: “Komara Îslamî ya Îranê, ji xeynî wê ku çendîn sal dibe deriyê bazirganiyê ye bo Herêma Kurdistanê, di warê cografî de jî nêzîk e.”
Mijara hinartina petrolê bi rêya Îranê re, ji wê demê ve germ bûye ku ambargoya ser Îranê hat rakirin. Debax wiha dibêje: Armanca gotûbêja niha bi giştî derbasbûna petrola Kurdistanê ye bi rêya Îranê re û anîna gazê ye ji Îranê bo Herêma Kurdistanê. Lê belê kirîza ku niha li Herêma Kurdistanê heye, hinekî gotûbêj sist kiriye.”
Debax naveroka wê rêkeftina ku Herêma Kurdistanê û Îran li ser gotûbêj dikin, eşkere kir û got: “Divê boriya petrolê bo Îranê were danîn heta ku petrol bi rêya Îranê re were hinartin, lê behsa wê yekê nehatiye kirin ka Herêma Kurdistanê rojane çend bermîl petrol hinarde dike, ji ber ev mijarê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve girêdayî ne, çiqasî bişîne bo Îranê ne pirsgirêk e. Herwiha Komara Îslamî ya Îranê amadebûna xwe nîşan daye ku petrola Kurdistanê bişîne derve.”
Nazim Debax, da zanîn ku armanca rêkeftinê ne tenê ew e Hikûmeta Herêma Kurdistanê petrolê bişîne parzûngehên Îranê û piştre dîsan li Herêma Kurdistanê were vegerandin û wiha pêde çû: “Di qonaxa niha de petrol bi tankêran diçe Îranê. Rast e petrola Kurdistanê bo parzûngehên Îranê tê şandin da ku were safîkirin, lê di qonaxa duyem de dema asta hinardekirinê hat zêdekirin, dê bo derve jî were şandin.”
Herdem rêkeftinên di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de zêde ne lê pirsgirêk di cîbicîhkirina wan de derdikevin. Di destpêka karê xwe de Parêzgarê Silêmaniyê Aso Ferîdûn, serdana Îranê kir û dema vegeriya, ragihand ku Îran amade ye wek Pênciwên elektrîkê 24 saetan bide çend navçeyên din ên Herêma Kurdistanê.
Lê Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê li Tehranê, dibêje ku meseleya kirrîna elektrîkê ji Îranê vedigere wê serdema ku Celal Talabanî Serokomarê Iraqê bû û wiha anî ziman: “Biryar bû Herêma Kurdistanê 300 megawatt elektrîk (150 megawatt bi rêya Hacî Omeran û 150 megawatt bi rêya Başmaxê) ji Îranê bikirre, lê mixabin heta niha Hikûmeta Kurdistanê nekariye ji 20 megawattan zêdetir bikirre, mesele ne Îran e û divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê xeta veguhestina elektrîkê temam bike.”
Niha hejmarek kompanyayên Îranî, daxwaza deynên xwe ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, lê ji ber kirîza aborî hikûmet nikare deynên wan bide û ev jî bûye mijareke din a gotûbêjên navbera Hewlêr û Tehranê. Debax li ser vê mijarê jî dibêje, ji bo çareseriya vê arîşeyê me pêşniyarek kiriye û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî piştgirî kiriye. Min pêşniyar kir li şûna pereyan petrolê ji Herêma Kurdistanê werbigirin, lê heta niha rêkeftina dawî li ser vê jî nehatiye kirin, ne hatiye pesendkirin ne jî redkirin.
Niha li Başûrê Kurdistanê pirsyareke hevbeş di mêjiyê her mirovekî Kurd de çêbûye; eger Kurd referandomê li dar bixin gelo Îran dê deriyên navbera xwe û Başûrê Kurdistanê de bigire? Debab wiha bersiva da vê pirsê: “Nexêr. Derbarê referandoma Herêma Kurdistanê de axaftineke zelal a berpirsên Komara Îslamî ya Îranê heye ew jî yekparçebûna xaka Iraqê ye.”
Derbarê nêrîna berpirsên Îranê li ser mijara referandomê, Nazim Debax wiha axifî: “Ew dipirsin ka Kurd ji bo çi referandomê dikin? Encam jî ew e ku xelk ji bo serxwebûnê dengê xwe didin, bêguman li ba hemû dinyayê eşkere ye encama referandomê çi dibe, wê demê zelal e ka helwêsta welatên cîran Îran, Tirkiye û welatên din jî çi debe. Bêguman Îranê helwêsta xwe ji Kek Mesûd re ragihandiye, Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cevad Zerîf ragihandiye ku ew ligel yekparçevûna xaka Iraqê ne ne cudabûnê.”