Li Silopiya hilweşandina avahiyan dest pê kir

Navenda Nûçeyan – Li navçeya Silopiya ya Şirnexê xebatên hilweşandina avahiyên di heyama operasyonên de rastî zerere hatine, dest pê kir.

Li Silopiya “projeya îstîmlakirinê” dest pê kir û avahiyên di heyama operasyonên ji 14ê Berfanbara 2015 heya 19ê Çileya 2016an de rastî zerere hatine dê bên xirakirin.

Komîsyona di çarçoveya "Qanûna zirara ku ji ber têkoşîna bi terorê re û dijî terorê qewimiye" de hatî avakirin, 400 xaniyên rastî zerere hatine tespît kirin û biryar e ev xanî bên hilweşandin.

Xaniyên rastî zerere hatine pîranî li taxa Başak, Barbaros, Cûdî, Karşiyaka Barunboy û Yeşiltepeyê ne.

Li navçeyên Cizîr û Silopî, her çiqas operasiyon xilas bibin jî lê hîn bi temamî qedexeya derketina derve li wan deran ranebûye.