Endamê Rêveberiya KCKê Sabrî Ok: Li Bakûr 4 bajarên mezin dikarin bibin kanton

28-03-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok diyar kir ku ji bo Kurdan ne dema xwestinê ye lê 'dema bicihanîna daxwazê' ye û got, "30'ê Adarê hilbijartina rêveberiya xweser e. Di hilbijartinan de 4 bajarên mezin dikarin bibin 4 kanton. Divê Kurd êdî berê xwe bidin vê." Ok her wiha ragihand, pêwîstî bi bangawaziya YPGê bo alîkariyê nedikir ji ber ku divê gel bixwe here alîkariya Rojava.


Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok hilbijartinên herêmî yên 30'ê Adarê li Tirkiyê û herêmê û rewşa li Rojavayê Kurdistanê ji ANF'ê re nirxand. Ok, anî ziman ku Newroza 2014'an asta baş a têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê raxistiye pêş çavan û diyar kir, di asta heyî de divê îsal, muzakereyên esasî li ser bingeha qanûnî were rûniştandin, mercên ewlekarî, tenduristî û azadî yên Rêbertî dibêje bi awayekî paralel û bi hev re bicih werin anîn, hiqûqa muzakereyê were diyarkirin û bi şêweyê ku Ocalan rast dibîne û dibêje bi heyetan re xebat werin meşandin.


Ok, da zanîn ku pêwîste AKP neçarî guhertin û gav avêtinê bê hîştin û wiha got: "Eger ev nebe tevgera me bi deklarasyonekê aşkera kiribû; Emê li Kurdistanê azadiya xwe, sîstema xwe têkoşîna xwe, bi xwe pêk bînin. Yanî ez êdî ji vê re nabêjim rêveqetîn e, rê diyar bûye. Eger piştî hilbijartinan AKP hişê xwe bîne serê xwe û di pêvajoyên herî kaotîk ên jiyaye de, demokrasiyeke radîkal û muzakereyên bingehîn bi Rêbertiyê re bide destpêkirin, pêwistiyên vê bicih bîne, wê baş be. Ya ku em û gelê me dixwaze ev e; lê ev deriyekî biçûk e. Şanseke biçûk e."


Wî rayedarê PKKê, destnîşan kir ku eger AKP nêzîkatiyeke rast ji şert û mercên muzakereyê re nîşan nede, divê gelê Kurd ji îro û pê ve bi têkoşîna xwe ya rewa ya serhildanan û avakirina sîstema xwe re, bersivê bide vê salê û got, "Bingeha vê heye. Ez dikarim vê bêjim. Mînak; eger di van hilbijartinan de li Başûrê rojava Riha weke bajarê mezin ji aliyê BDP'ê ve were qezençkirin, li qada navîn Amed ji xwe wê BDP qezenç bike. Li Botanê Mêrdîn were qezençkirin û li Serhedê jî Wan weke bajarê mezin bê qezençkirin, li Kurdistanê çar bajarên mezin dikarin bibin çar kanton. Divê Kurd êdî berê xwe bidin vê. Di şûna 'ez wê dixwazim, vê dixwazim' de divê Kurd têkoşîna bidestxistina daxwazên xwe bidin, dem dema wê ye. Li kêleka wê şoreşeke ewçend bi heybet pêk hatiye."


Sabrî Ok diyar kir ku hemû qirêjiyên AKP û mêtîngeriyê li naverastê belav bûne û anî ziman ku ji vê saetê û pê ve êdî AKP tiştekî ku ji Kurdan re karibe bêje, nîne.

Ok da xuyakirin ku Ocalan navê referandomê li van hilbijartinan kiriye û got, "Referandom ji bo çi ye? Kurd dê xwe birêve bibin yan wê xwe birêve nebin? Eger ji van hilbijartinan serketin were bidestxistin, BDP, HDP encameke jê hêvî dike bi dest bixe ev tê wateya; Kurd wê bigihêjin rêveberiyên xwe yên xweser. Ewçend girîng e. Divê her Kurd û Kurdistanî bi vî rengî nêzîkî hilbijartinan bibin, dengên xwe bi vî rengî bikar bînin."


Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok bal kişand ser rewşa li Rojavayê Kurdistanê û diyar kir ku divê ne tenê ji Bakûrê Kurdistanê ji her aliyên Kurdistanê û derveyî welat, keç, xort, jin û mêr ên Kurd berê xwe bidin Rojava.


Ok, diyar kir ku li Rojava şoreşeke bi rûmet derketiye holê û anî ziman ku hin dewletên li herêmê û hêzên navneteweyî nikarin xwe li vê rabigirin lê diyar e ku hin hêz, ku Tirkiye, Qatar, rejîma Sûriyeyê, hêzên navneteweyî û dûvikên wan El Qaîde jî di nav de, naxwazin Rojava aram be û wiha anî ziman: “Sînorên ku bi zorê li derveyî vîna Kurdan hatine xêzkirin, li pêşiya vê nikarin bibin asteng. Ji xwe têkoşîna me jî li dijî vê ye, em vê red dikin. Çawa çê dibe El Nûsra, El Qaîde ji her deverên cîhanê ciwanan bi navê Misilmantiyê dixapîne û tîne Rojava, Sûriyê dide şerkirin. Ev yek bi temamî ne qanûnî ye, neheq e, hem jî li dijî edaletê ye.”


li gorî Sabrî Ok, pêwîstî bi bangawaziya YPGê ya alîkariyê nebû ji ber ku Kurd bi awayekî mafdar, adîl û xwezayî dikarin li ser xaka xwe li cem gelê xwe cih bigirin, “Ji xwe nîvê gellek eşîrên li Bakûr li Rojava ye. Xizmên gellek hevalên me yên şehîd dikevin, li vî alî ne. Ji bo parastina xizmên xwe, ji bo parastina gelê xwe bêguman divê biçin Rojava. Ji bo vê yekê pêwistî bi îlana seferberiya YPG'ê nîne. Bi dîtina min ev ne wezîfeya YPG'ê ye jî”.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst