Sekreterê Giştî yê Yekgirtûyê Selahedîn Behaedîn diyar kir ku divê PKK, PYD û HSD banga Ocalan pêşwazî bikin û çekan deynin.
Sekreterê Giştî yê Yekgirtûyê Selahedîn Behaedîn di Foruma Hewlêrê ya Sêyemîn de axivî.
Selahedîn Behaedîn destnîşan kir ku ji bo pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê bi pêş bikeve, divê PKK, PYD û HSD bersivê bidin peyama Abdullah Ocalan û çekan deynin.
Selahedîn Behaedîn li ser banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan axivî.
elahedîn Behaedîn li ser pêvajoya aştiyê got:
"Divê Qendîl fêm bike ku ev gaveke nû ye. Çekdanîn nayê wateya radestbûnê. Eger bi vî rengî bê fikirîn, ev yek bi heman awayî ji bo artêşa Tirkiyeyê jî derbas dibe."
"Divê Kurd bibin xwediyê hemû mafên xwe"
Selahedîn Behaedîn, nirxandinek li ser peyama Serokê MHPyê Devlet Bahçelî ya derbarê pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê kir û got:
"Ev peyam nehatibû payîn. Divê Kurd bibin xwediyê hemû mafên welatîbûnê û divê hemû alî piştgiriya pêvajoya aştiyê bikin."
Selahedîn Behaedîn, bal kişand ser rola Herêma Kurdistanê ya di pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê de jî û ragihand ku Yekgirtû û rêveberiya Kurdistanê beşdarî pêvajoyê dibin û amade ne ku di vê pêvajoyê de rol bigirin.
Selahedîn Behaedîn axaftina xwe wiha domand: "Her cara ku yekîtiya navbera Kurdan pêk hatiye, destkeftinên girîng hatine bidestxistin."
Selahadîn Bahadîn: Her ku yekîtiya Kurdan pêk hatiye, destkeftiyên mezin çêbûne.
Selahadîn Bahadîn li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê daxuyanî da û got ku Yekgirtû biryara xwe neguherandiye û dê di kabîneya nû de cih negire.
Selahadîn Bahadîn di derbarê pêwendiyên di navbera aliyên Îslamî û sekuler li Kurdistanê de got, "Divê li Kurdistanê rê neyê dayîn ku pirsgirêk di navbera aliyên sekuler û Îslamî de çêbibin û diyar kir ku divê hevahengiya civakî were parastin. “
Selahadîn Bahadîn, bersiva pirsên rojnamevan Bestûn Osman da:
Rûdaw: Îro hûn çûn nimêja nîvro û we li ku nimêj kir û di xutbeyê de mijar çi bû?
Selahadîn Bahadîn: Bi navê Xwedayê dilovan û mihrîban. Berî her tiştî ez spasiya we, Rûdawê, hemû mêhvanên hêja û guhdaran dikim. Cuma we pîroz be. Remezana we jî pîroz be, inşellah destpêkeke xêrê be. Îro me li Mizgefta Daykê li Hewlêrê nimêjên nîvro û esrê kirin. Di xutbeya xwe de min behsa amadehiyên bo Remezan û tobekirinê kir. Ev hem ji bo min û hem jî ji bo we girîng e.
Rûdaw: Hûn ji bo guherînên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê amade ne? Min daxuyaniya we ya duhî dît. Pirsa min a yekem ev e: We di pêşveçûna pêvajoya aştiyê de çi rol lîst? Ya duyem, hûn dikarin paşê çi rolê bilîzin?
Selahattin Bahadîn: Bêguman ev pêşveçûneke girîng bû lê eger em ji pirsa we dest pê bikin, ji salên 1990î ve pêwendiyên me bi Tirkiyeyê re hebûn. Bi taybetî jî bi Partiya Refahê û paşê bi AK Partiyê re pêwendiyên me baş bûn. Her dem em di nav têkiliyê de bûn bi rayedaran re jî, çimkî ew di hikûmetê de bûn. Em xwedî ezmûn in derbarê xebata neteweyî li Herêma Kurdistanê, rola têkoşîna çekdarî û çawa divê ev mijar bên çareserkirin.
Me her dem parêzvaniya wê kiriye ku heger têkoşîna çekdarî ne tiştekî neçarî be, divê mirov pê ranebe. Bi taybetî em di wê baweriyê de ne ku niha ev ne rêbazeke rast e. Ji ber ku çawa pêwîst e pêvajo bi awayekî saxlem dest pê bike, her wiha girîng e ku bi saxlemî jî berdewam bike. Bêguman ti kes ne xwediyê fabrîkaya çekan e, çek ji cihekî tên peydakirin.
Aliyan ku çekan bi kar tînin teqez daxwazên wan hene. Di encamê de, heger artêşek yan dewletek bixwaze komên çekdar, bi taybetî yên ku ji bo mafên neteweyî têdikoşin, tepeser bike, mimkûn nîne ku tenê bi çekan vê pirsgirêkê çareser bike. Navlêkirina wan bi navê ‘terorîst’ yan ‘çete’ tenê danasînek e û her danasîn jî li gor dîtina kesê ku wê têgehê bi kar tîne tê şekilandin.
Carinan dibe ku ev cure danasîn guncaw bin, carinan jî dibe ku ne guncaw bin.
Ya ku girîng e ew e ku divê meseleya aştiyê weke prensîpeke bingehîn bê girtin. Divê pêvajoya aştiyê bi awayekî saxlem û mayînde bê avakirin.
Di dema xwe de me guh da axaftinên hinek siyasetmedarên me ku pirrûxandin, wêrankirina avahiyên dewletê, teqandina boriyên avê têkoşîn e.
Dibe ku ev ji bo hinan bi wate be lê ji bo me ev çalakiyên demkî û wêranker bûn. Di 30 salên birêvebiriya me de jî rewşên wisa derketin. Hin kes hîn jî van cure çalakiyan wekî beşek ji têkoşînê dibînin.
Kurd neteweyeke mezin a vê herêmê ne û di dîrokê de ji gelek qonaxên dijwar derbas bûne. Îro, her çendî ku bi vî awayî parçekirî ne, êdî divê xwedî mafên welatbûnê bi dewleta xwe re bin.
Daxwazkirina hemû mafên xwe û refah mafê wan ê herî xwezayî ye. Ev mijareke dîrokî ye lê divê mirov baldar be ku di paşerojê de tevliheviyeke mezintir pêk neyê.
Dibe ku pêşveçûnên li Rojhilata Navîn ji kontrolê derkevin an jî li gorî hin planan veguherin tevliheviyeke siyasî û leşkerî.
Guherînên ku li Sûriyeyê dest pê kirine û berî wê tiştên ku li Xezeyê qewimîn beşek ji vê yekê ne.
Tam ne diyar e bê ev pêvajo dê çawa bimeşe, lê em hest dikin ku pêleke mezin belav dibe.
Em ne li benda daxuyaniyên Serokê MHPyê Birêz Devlet Bahçelî jî bûn. Bi pêşveçûna pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê, pêkanîna serdanên Îmraliyê, beşdarbûna partiyên siyasî di vê pêvajoyê de, ev bûyerên ku berê nedihatin dîtin in.
Berê, tenê hilgirtina wêneyekî Ocalan dibû sedema cezayên giran lê îro pêvajo ber bi aliyekî cuda ve diçe.
Ev guherîn ji bo her kesî girîng in. Divê em rêzê ji aliyên ku gav avêtine re bigirin. Bi heman awayî, ew kesên ku vê pêvajoyê wekî beşek ji têkoşîna neteweyî dibînin jî divê vê fersendê baş binirxînin.
Li vê derê, em jî dixebitin ku erka xwe bi cih bînin û peyamên rast bigihînin aliyên pêwendîdar.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse