Galeriya wêneyan

28-02-2024
26 Photos

Şeva borî agir bi bazara Lengeyê ya Hewlêrê ket. Di vê şewatê de gelek dikan şewitîn û xisareke mezin çêbû. 

Şewatê doh êvarî derdora 19:15an dest pê kir û bi saetan berdewam kir.

Tîmên agirvemirinadinê şewat bi zehmetî vemirand û heta vê sibehê ji Lengeyê dûman bilind dibû.

Nûçegihanê Rûdawê Bextyar Qadir da zanîn ku li Lengeyê 2 hezar û 400 dikan hene û herî kêm hezar dikanî xisar dîtiye.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw jî ragihand ku gelek dikan şewitîne lê hejmar hîn ne zelal e.