Li Qersê erdhej çêbû

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Dîgorê ya parêzgeha Qesê bi hêza 3,9 pileyan erdhejek çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Dîgorê ya Qersê erdhej çêbû.

Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 16:51ê çêbûye û hêza wê 3,9 pile bûye.

AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 13,4 kîlometre bûye.

Herwiha Rasatxaneya Kandilliyê jî da zanîn hêza erdhejê 4,0 pile bûye û 5 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye.

Li aliyê din, derbarê zererên erdhejê de heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin.