GEVER – 221 kîlo zêrên qaçax hatin girtin

28-02-2024
RÛDAW
Nîşan Colemêrg Zêrên Qaçax
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê, di nav otomobîlekê de 221 kîlo zêr hatin girtin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê Xê derbarê mijarê daxuyanî da.

Alî Yerlîkaya ragihand ku tîmên Fermandariya Cendirmeyan li ser rê otomobîlek rawestand û di encama lêgerîna nav otomobîlê de 221 parçe zêrên ku her yek ji wan kîloyek bû dîtin û dest danîn ser zêran.

Yerlîkaya eşkere kir ew zêr ji welatekî biyanî derbasî Geverê bûne.

Bi texmînî ew zêr dikin 450 milyon lîreyên Tirkî dikin ku ew jî derdora 14 milyon 430 dolarên Amerîkî ye.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê herwiha da zanîn ku bi tohmeta “qaçaxçîtiya zêran” 3 kes jî hatin desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst