AMED – Namzeda muxtariyê ji Rûdawê re axivî: Projeyên wê çi ne?

28-02-2024
Kosar Osman
Nîşan Sîmurg Sarsilmaz Amed Muxtarî Namzed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sîmurg Sarsilmaz ew manken an modala Kurd e ku li Amedê bûye namzeda muxtariyê.

Sîmurg Sarsilmaz ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û got, "Ez dê li dijî madeyên hişbir tebikoşim û zewaca di temenê biçûk de nahêlim."

“Ji heft bavikan ve Kurd im û xelka Amedê me”

Mankena Kurd Sîmurg Sarsilmaz bûye namzeda muxtariyê ya Taxa Kaynartepeyê ya navçeya Rezanê ya Amedê.

Li Amedê yekane namzeda jin a muxtariyê ye.

Sîmurg Sarsilmaz di daxuyaniyeke taybet de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

“Navê min Sîmurg e û nasnavê min jî Sarsilmaz e. Heft bavikên min Amedî ne û li Amedê dijîm.

Bi awayekî azad karê modeliyê dikim û bi çend markayan re peymana min a sponsoriyê heye.”

“Ez matmayî me”

Sîmurg Sarsilmazê da zanîn ku ew destpêkê ji bo namzediyê dudilî bûye û pê de çû:

Piştî min biryara xwe da, min forma namzediyê pêşkêş kir. Piştî wê min li ser hesabê xwe yê medyaya civakî yê Xê nivîsî: ‘Ez dixwazim bibim namzed.’

Min xwest nerîna xelkê zanibim, ji ber ez di wê baweriyê de bûm ku xelk girîngiyê bi min nade û ev li cem wan nabe mijar.

Niha ez jî li beramberî wê dengvedana zêde matmayî mame!”

Sîmurg Sarsilmaz

“Karê min ê despêkê dê pêşxistina asta xwendin û rewşenbîriya jinan be”

Sarsilmazê herwiha diyar kir ku armanca wê ya yekem ew e ku ji bo jinan bixebite û eger bi ser bikeve dê ji bo jinên nexwende kursan veke.

Herwiha ji bo malbatên ku ji ber hejariyê nikarin zarokên xwe bişînin dibistanê jî dê alîkariyê kom bike.

“Dibistana yekem dayîk e”

Sîmurg Sarsilmaz li ser girîngiya dayîkan a di perwerdeya zarokan de wiha axivî:

"Ji bo zarokan dibistana yekem dayîk e . Ji ber wê yekê ji bo pêşxistina asta xwendin û rewşenbîriya jinan pêwîstî bi kampanyayeke berfireh heye.

Ya ku bav û bapîran jî xwedî dike dayîk e. Ji ber wê eger asta rewşenbîriyê ya dayîkê bilind be, dê bandorê li civakê jî bike.

“Ez ê qumarê nehêlim”

Sîmurgê bal kişand ser pirsgirêka qumarê ya li Amedê û acizbûna xelkê Amedê ya ji ber vê yekê û berdewam kir:

“Eger ez bibin muxtar ez qumarê û tiştên wekî wê nehêlim. Ji ber ez li navçeya xwe dibînim ku ji ber wan karan gelek kes xwe dikujin.

Ez dê bi hemû hêza xwe li dijî wê qumarê rawestim ku ciwanên me ji rê derdixe.

Herwiha ez dê li dijî madeyên hişbir jî rawestim.”

Sîmurg Sarsilmaz

“Ti partiya siyasî nîne li pişt min”

Sîmurgê li ser pirsa “Gelo ti partiya siyasî piştgiriyê dide te?” jî got:

“Ti partiya siyasî li pişt min nîne. Keseke niştimanperwer im lê ne alîgira tu partiyê me.

Pêwendiya namzedbûna min jî bi ti partiyekê ve nîne û min bi xwe kiriye.”

Mankena Kurd ji xelkê Amedê xwest ku deng bidinê û anî zimên:

“Ez sozê nadim xelkê Amedê ku qût li wan belav bikim lê soza avakirina zemîneke wiha didim ku ew bi xwe karibin wî qûtî peyda bikin.”

Sîmurg Sarsilmaz

Roja 31ê Adara 2024an hilbijartinên şaredariyên 81 parêzgehan tên kirin.

Her di wê çarçoveyê de 50 hezar û 229 muxtar tên hilbijartin.

Ew kesên forma ji bo namzediya muxtariyê tijî dikin, tenê nav û zanyariyên şexsî pêşkêş dikin û ew pêvajo nakeve çarçoveya lîsteya partiyên siyasî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst