Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan duh Duşemê 27ê Sibata 2023 li Semsûra Bakurê Kurdistanê. Wêne: AA
Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro serdana herêmên erdhejê li parêzgeha Mereşê û Meletiyê dike.
Li gor ajansa fermî ya Tirkiyê, Erdogan ji bo serdanê ji Enqerê birêketiye û berê xwe daye parêzgeha Mereşê daku serdana herêmên erdhejê bike.
Li Mereşê, Erdogan dê serdana her du navçeyên Elbistan û Avşîn bike.
Serokkomarê Tirkiyê paşê dê biçe parêzgeha Meletiyê û serdana navçeya Doganşehîr bûye.
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî û Serokê Partiya Yekîtiya Mezin Mustafa Detîcî jî di wê serdanê de bi Erdogan re ne.
Erdogan duh jî serdana Semsûrê kiribû û li wê derê li xwe mikur hatibû ku di rojên destpêkê de hikûmetê bi awayekî bilez bo herêmên erdhejê tevnegeriyaye û ji ber wê yekê ji gel daxwaza helalkirinê kiribû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse