Şandeke Serokatiya Herêma Kurdistanê bi YNKê re dicive

Hewlêr (Rûdaw) – Şandeke Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê mijara lidarxistina hilbijartinan de serdana hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dike.

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî dê serokatiya şandeyê bike û dê li ser biryara Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana hemû aliyan bike.

Li gor zanyariyan, ew şande dê îro li Hewlêrê serdana Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê bike. Duh jî wê şandê serdana Partiya Demokrata kurdistanê kiribû.

Li gor agahiyên Rûdawê, di du rojên bihorî de, şandeyê navborî ligel Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq civiyaye, ji bo nêzîkkirina aliyan li ser lidarxistina hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê.

Şêwirmendê Bilind ê Serokê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa jî îro Sêşemê ji Rûdawê re got: “Şandeke bilind a Serokatiya Herêma Kurdistanê dê serdana aliyan bikin û dê serdana Yekîtiya Nişttimaniya Kurdistanê jî bikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê de behsa wê yekê kiribû, ku piştî vegere Herêma Kurdistanê dê aliyên siyasî li hev bicivîne û mijara lidarxistina hilbijartinan bi wan re gotûbêj bike.

Li gor zanyariyên Rûdawê, serdana wê şanda bo cem aliyên siyasî di çarçoveya hewldanên Serokê Herêma Kurdistanê de ye daku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê îsal bên lidarxistin.