Li 2 gundên Zawîte bi sedan dar hatine birîn

Duhok (Rûdaw) - Li du gundên nahiya Zawîte li Duhokê, bi sedan dar hatine birîn ku temenê beşek ji wan zêdetirî 50 salan e. Xelkê Gund dibêjin ku hin kes bi otomobîlên xwe tên û wan daran dibirin, ku ne xelkê gundin jî.  Aliyên peywendîdar dibêjin, ku ew çavdêriya deverê dikin û dê wan kesan bigrin ku ew dar birîne, dibêjin ku berî niha bêhir ji 10 kesan li ser birîna daran giritne.

Li du gundên ser bi Nahiya Zawîte ya Duhokê ve zêdeyî 400 binên daran hatine birîn û temenê beşek ji darên haitne birîn ji 50 salan zêdetier e, ew xelkê gundên derdorê dibêjin ku ew dar bo bazirganiyê hatine birîn û ne cara yekê ye ku dar birîne.

Bi gotina xelkê gundan ew kesên daran dibirîn ne xelkê gundên wan in, daxwaz dikin ku rêgrî li wan bê kirin.

Xelkê Gundê Dêraluşê Ehmed Dêraluşî dibêje: “Bazirganiyê bi daran dikin.  Ev darên xelkê ne nabe yên gundekî din biçine gundakî din. Em naxwazin nexweşî çêbin, em daxwazê ji aliyên fermî yên peywenîdar dikin ku li dûv gaziya me bên.”

Efserê Pêşmerge yê Parastina Jîngehê Remezan Çevrîkî jî got: “150 dar li vê derê birîne, here wê derê 100 birîne û here aliyê din 200 dar birîne. Vê gavê nêzîkî 400 daran li vê derê birîne. Em daxwazê dikin çareyekê ji vê yekê re bibînin. Hemû çend seyarenin ku vî karî dikin.”

Temenê piraniya wan darên ku hatine birîn ji 50 salan zêdetier e. Zanyarî gehşitîne Pêşmergeyê Parastina Jîngehê kar dar têne birîn û ew jî niha lêkolîna xwe dikin. Di dema 50 rojên borî de zêdetirî 10 kesan ji ber darbirînê ji aliyê wan ve ahtine desteserkirin.

Efserê Pêşmergeyê Parastina Jîngehê Remezan Siyarî jî got: “Mefrezeyên me berdewam seredana wan devera dikin ku yên bi rêyê axê diçinê û xelk li wan deran dara dibrin. Pêşmergeyên li vê derê li Hindavî, Dêraluş û Mêskê belav bûne û berdewam dûvçûnê dikin.”

Li devera Zawîteyê li nêzîkî deh cihên cuda dar hatîne birîn, bi şêwekî ku ji  dûrve diyar nebe.