Li Amedê derbarê zêdekirina kirêya xaniyan de lêpirsîn hat destpêkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgeriya Komarî ya Amedê piştî erdhejê li ser zêdekirina nirxê xanî û kirêyan bi awayek neasayî lêpirsîn da destpêkirin.

Piştî erdeheja 6ê Sibatê ya Mereşê li navçeyên erdjhejê yên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê nirxê xanî û kirêya wan gelek tê bihakirin. Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê jî li ser gilî û gazinên welatiyan aliyên peywendîdar li bajar dest bi lêkolînan kirin ku yek ji parêzgehên erdhejê bû.

Li gor zanyariyan di çaçoveya van lêkolînan de tîmên girêdayî Rêveberiya Bazirganiya Amedê çend xanî û avahî destnîşan kirine ku di rojên borî de nirxê wan û kirêya wan gelekî hatiye zêdekirin.

Hat ragihandin ku piştî lêkolînên Rêveberiya Bazirganiya Amedê,  Serdozgeriya Komarî ya Amedê  derbarê mijarê de lêprisîn daye destpêkirin û di çarçoeveya lêpirsînê de fermanên pêwîst bo Rêveberiya Ewlekariya Amedê hatine dayîn.

Roja 6ê Sibata 2023an du erdhejên bi pileyên 7.7 û 7.6 ku navenda wan bajarê Mereşê bû, li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, yên Mereş, Dîlok, Semsûr, Riha, Amed, Meletî, Kilîs, Hatay, Osmaniye, Edene û Xarpêtê bûn sedema mirin û birîndarbûna bi deh hezaran kes.

Wezîrê Jîngeh Bajarvanî û Guherîna Keşûhewayê yê Tirkiyê Murat Kurum roja Sêşemê 28ê Sibata 2023an ragihand di erdhejê de li wan 11 parêzgehana 202 hezar avahî divê bilez bên hilweşandin ku  zererek giran li wan hatiye destnîşankirin an jî hilweşiyane.

Li gor amarên Platforma Hevgirtin û Parastina Bajar a Amedê li wê parêgehê 57 avahî divê bilez bên hilweşandin û zererek giran gihiştiye 2 hezar û 295 avahiyan.