Cindirês: Ajelên di erdhejê de birîndar bûne tên dermankirin

28-02-2023
RÛDAW
Ajelên di erdhejê de birîndar bûne tên dermankirin
Ajelên di erdhejê de birîndar bûne tên dermankirin
Nîşan Cindirês Ajelên Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tîmeke xwebexş li bajarokê Cindirêsê yê Efrîna Rojavayê Kurdistanê ajelan diparêzin.

Tîma xwebexş bi hişyarî li bin kavilan digerin, eger pisîkek an segek asê mabe, bê xwedî be yan kedî be wan vediguhêzin bo cihekî parastî, û eger ajel birîndar be çareser dikin.

Xwebexş Mihemed Celîl got "Me zêdeyî 33 pisîkan birine, di nav wan de heşt pisîkên birîndar hebûn, ev di 10 rojên borî de bû. Em niha zêde pisîkan nabînin, lê em rojane alîkariya xelkê dikin, û em li çareserkirina pisîkên birîndar berdewam in."

Tîma xwebexş dibêje rizgarkirina pisîkan karekî zehmet e, ji ber pisîk ditirsin û direvin.

Ew ajelên birîndar jî bûne dibin ba beytarekî daku wan çareser bikin.

Beytar Emmar Hemamî dibêje "Çalakiya min a sereke çareserkirina ajelên xwemalî ye. Tîmek li vir alîkariya ajelan dike. Ew, ajelên birîndar bûne dibin norîngehê û li wir wan çareserr dikin."

Li gor Neteweyên Yekbûyî, li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê, ji ber erdheja 6ê Sibatê zêdeyî 10 hezar mal û avahî herifî ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst