MEREŞ - 'Gundê bişens' ji 350 xaniyan 37 xanî rûxiyan, kesek mir

Mereş (Rûdaw) - Li gundê Tewekiliyê yê Mereşa Bakurê Kurdistanê ku ji 350 xaniyan pêk tê, di erdhejê de 37 ji wan herfîne, tenê jineke 67 salî tê de jiyana xwe ji dest daye. Gundî gundê xwe wek gundê “bi şens” bi nav dikin.

Dîtina derzê wiha diyar dike ku erd bûye du parçe. Her gundekê ku ketiye ser sînorê wê û bi dûratiya bi dehan kîlometran, para xwe ji ziyanên maddî û giyanî stendiye.

Lê gundê Tewekiliyê ku li tenişta derzê ye, gundiyên wê bi navê gundê bi şans bi nav kiriye.

Ji ber ku bi hevberkirin li gel gundên derdorê kêmtirîn ziyan jê der çûye.

Xaniyê Şahîn di erdhejê de herifî bû, lê ew karibiye zarok û kewên xwe rizgar bike û li beranberî wan rûniştiye û guhdariya qebîna wan dike.

Welatiyên gundê Tewekliyê Şahîn Koyunlu got “Xeta erdhejê di vir de dere. Maşallah sibehê saet 4:17 xulekê de xew xweş , erdhejê li me xist. 37 xanî ketin xwarê. Xaniyekî tenê 3 qat bû pîreka xalê min bû çû rehmetê spas ji xwedê re ê din tiştek ji wan nebû. Çend birîndar hene ew jî normal e.”

Gund ji 350 xaniyan pêk tê, 37 ji wan herfîne, tenê jineke 67 salî tê de miriye.

Gundiyekî din dibêje bi hevberkirina zerer û ziyanên gundê wan li gel gundên din rewşa wan baştir e.

Niştecihê gund Selman îbrahîm dibêje “Mirî pir in ku di bin avahiyan de mane. Gundê me pir bi şans e, jineke tenê di bin kavilan de ma ew jî mir.”

Ji bilî 37 xaniyên gundiyan yên herfî, mizgefta gundî jî baca xwe ji ziyanan daye û rastî erdî bûye.