Grûpa Sultan Murad li Efrînê nişteciyan neçarî karê bê beramber dike

Hewlêr (Rûdaw) - Grûpa Sultan Murad a çekdar li herêma dagirkirî ya Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê nişteciyan neçarî karê bê beramber dike.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê dibêje, berpirsê ofîsa aborî ya grûpa Sultan Murad nişteciyên Kurd ên herêmê neçar dike ku karê bê beramber bikin.

Rêxistina navborî diyar dike ku Ebû Welîd el-Ize, berpirsê ofîsa aborî ya grûpa Sultan Murad xwediyên traktorên çandiniyê li gundên nahyeya Bilbilê neçar dike ku bê beramber zeviyên çekdaran ku piştî Adara 2018an dest danîne ser, cot bikin.

Li gor heman rêxistinê, her kesê ku red bike karê bê beramber bike, gef bi çekê lê tê kirin û traktora wî jê tê standin.

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji Adara sala 2018 ve dagirkirî ye û di bin kontrola hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên Sûrî yên girêdayî Tirkiyê de ye.