Li Meletiyê dîsa erd hejiya

28-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdheja Mereşê Meletî Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çirmikê ser bi parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê, îro bi hêza 4.1 pile erdhejek çêbû.

Piştî erdheja 6ê Sibatê ya Mereşê, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê erdhejên paşekî berdewam in.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku li navçeya Çirmikê ya Meletiyê, îro Sêşemê 28ê Sibatê demjimêr 05:18 deqe bi hêza 4.1 pile erdhejek çêbûye ku kûrahiya wê 7 kîlometre bû.

Roja 27ê Sibatê jî li Çirmikê bi hêza 5.1 erdhejek çêbû, ku tê de kesekî canê xwe ji dest da û 110 kes jî birîndar bûn. Herwiha 32 kes ji bin kavilan bi saxî hatin rizgarkirin.

Piştî erdhejçn 6ê Sibatê zêdeyî 10 hezar erdhejên paşekî çêbûne ku ya herî mezin bi hêza 6.4 pile li Hatayê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst