Li Wanê bi hinceta qaçaxçîtiya koçberan 7 kes hatin girtin

28-02-2022
RÛDAW
Nîşan Wan Qaçaxçîtiya Koçberan Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, bi hinceta ku qeçaxçîtiya koçberan kirine 7 kes bi biryara dadgehê hatin girtin.

Rêveberiya Ewlekariya Wanê ragihand ku bi armanca rêgirîkirin li qeçaxçitiya bi koçberan hefteya borî 7 operasyon hatine kirin û bi hinceta qeçaxçitiya bi koçberan 17 kes hatine desteserkirin.

17 kesên hatin desteserkirin, piştî temambûna îfadeya wan bo dadgehê hatin şandin. Dadgehê biryara girtina 7 kesan da û 10 kes jî hatin berdan.

Herwiha hêzên emnî bi hinceta di veguhestina koçberan de hatine bikaranîn dest danîn ser 4 otomobîlan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst