Hunermendekî Ereb derbarê 'Mîrê Biziqê' Seîd Yûsif de çi gotibû?

28-02-2020
RÛDAW
Seîd Yûsif berî wefata xwe ji Rûdawê re behsa jiyana xwe ya hunerî kiribû
Seîd Yûsif berî wefata xwe ji Rûdawê re behsa jiyana xwe ya hunerî kiribû
Nîşan Koçber Yunan Tirkiye Seîd Yûsif Mîrê Biziqê Hunermendê Kurd Mihemed Ebdulkerîm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê koçkirî yê Rojavayê Kurdistanê berî koça dawî bike, rûpelên jiyana xwe ya hunerî ji Rûdawê vekiribûn, mîratekî mezin ya hunerî ku pey xwe hişt.

Lê ji Rûdawê re gotibû, hersê kurên wî bi başî û bi note fêrî bizqê bûne, bi taybet jî kurê wî yê hunermend Zoro. Berî biçe ber dilovaniya xwedê, li ser Efrîn, Kobanî û Qamişlo sê stran çê kiribû û da kurê xwe Zoro.

Hunermendê navdar ê Ereb Mihemed Ebdulkerîm berî biçe ser dilovaniya xwedê gotibû, bi mirina min Biziq namire, ji ber ku Seîd Yûsif heye.

Seîd Yûsif ji Rûdawê re behsa qonaxa xwe ya Zêrîn kir, ew jî bi avakirina Koma Newroz li beyrûtê bû.

Bi çûna wî jî, biziq dê her li mala Seîd Yûsif bimîne, ji ber ku dibistaneke taybet ava kiriye, hunera xwe radestî hersê kurên xwe kiriye û dê ew li ser rêya bavê xwe berdewam bin û berhemên ku Seîd Yûsif jî dê weke hunermendên din yên ku xizmeteke mezin pêşkêş kiribûn, heta heta parastî be.

Cenazeyê hunermendê Kurd îro Seîd Yûsif bi rêya deriyê Îbrahîm Xelîl derbasî Başûrê Kurdistanê hat kirin bû û piştî merasîmên xwatirxwestinê li Zaxoyê, cenazeyê wî dê sibê bi riya deriyê Pêşabûr-Sêmalka, ji bo Rojavayê Kurdistanê were veguhastin û li bajarê Qamişlo bi xakê bê spartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst