Heskîf kete bin avê; ‘dema min ev dîmen dît rondik ji çavên min barî’

Amed (Rûdaw) - Bajarê dîrokî yê Heskîfê bi 12 hezar sal dîroka xwe ve hêdî hêdî dikeve bin avê û ji ser rûyê erdê wunda dibe. Xelkê Heskîfê bi noqmbûna bajarê xwe di bin avê de xemgîn in û Serokê Şaredariya Heskîfê, Abdulvahap Kusen jî ji Rûdawê re got, “ti bajarekî din ê nû nikare cihê Heskîfa qedîm bigire” û tekez kir, “dema min dîmenê binavbûna bajêr dît, rondik ji çavên min hatin xwarê.”

Ew bajarê kevnar ê ku ji dehan zêdetir şaristaniyan re mazûvantî kiribû, herwiha paytextê Artukiyan bû, di encama biryara çêkirina bendava Ilisûyê de niha hêdî hêdî avê li xwe digire û kêlî kêlî xelk li wundabûna wê temaşe dikin.

Xelkê Heskîfê û Bakurê Kurdistanê bi giştî ji biryara hikûmeta Tirkiyê ya ji bo binavkirina vî bajarê dîrokî nerazî ne û dibêjin, her tiştek ku ji destê wan hat, wan kir daku rê ji jinavbirina Heskîfê bigirin, lê tiştek neguherî û dewlet ji biryara xwe paş ve nevegeriya.

Mehmûd Acar yek ji şêniyên Heskîfê ji Rûdawê re dibêje: Heskîf bi peran hate firotin ev eybû şerm têra me heye heta hetayê.”

Emîn Aslan jî dibêje: “Ez bawerim ewê dîrok me bidarizîne, me nekarî em vê bajarê delal biparêzin heyf û mixabin.”

Hacîre Erdem welatiyeka din a Heskîfê ye, ew jî nerazîbûna xwe li hember binavketina Heskîfê û derdora wê tîne ziman û tekez dike: “Dema dibînim ku gundê min hêdî hêdî dikeve bin avê dikim bigirîm, dilê min dişewite”

Pira ku hatin û çûna Heskîfê bi derve re dabîn dikir, êdî ti hatin û çûn li ser nayê kirin, ji ber ku di van rojên dawîn de ew jî kete bin avê û niha têkiliya Heskîfê bi jiyanê re qut bûye.

Gelek kesayet, sazî û dezgehên navdewletî,siyasetmedar û hunermend bibûne yekdeng, da ku vê bajarokê kevnar ji binavbûnê rizgar bikin; lê çênebû

Dewleta Tirkiyê biryara xwe bire serî û bendav hate çêkirin.

Taxên Heskîfa kevnar û sûka wê hatine valakirin û 400 malbat ji bo Heskîfa nû hatine veguhestin.

Li Heskîfa nû 900 xanî û avahiyên xizmetguzariya bajêr herwisa 23 dikan hatine avakirin; lê tevî Serokê Şaredariya Heskîfê ku ew bi xwe jî ser bi AK Partiyê ve ye, herkes dibêje ku tu bajareke nû nikare cihê Heskîfa qedîm bigire.

Serokê Şaredariya Heskîfê, Abdulvahap Kusen ji Rûdawê re ragihand: “Zarokatiya min di wê bajarê de derbas bû, ez li wê derê zewicîm, dema min ew dîmen dîtin rondik ji çavên min bariya; lê bendav çêbû ka em çi bikin, li Heskîfa nû bi destê dewletê 900 xanî hatin lêkirin; lê ez bawer im ku ewê ji 2000 an zêdetir xaniyên nu jî werine çêkirin.

Heskîf bajarokeke ser bi parêzgeha Batman a Bakurê Kurdistanê ve ye ku çemê Dicleyê wê dikir du şeq, di çarçoveya projeya GAPê de piştî ku bendava Ilisûyê li binya wê hate çêkirin kete bin avê, proseya bilindbûna avê dê 3 mehan berdewam bike.