Cenazeyê Seîd Yûsif îro digihe Başûrê Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) – Îro Înê cenazeyê hunermendê Kurd ê navdar Seîd Yûsif bi rêya deriyê Îbrahîm Xelîl dê derbasî Başûrê Kurdistanê bê kirin û piştre dê ber bi Rojavayê Kurdistanê ve bihê veguhastin û dê li Qamişlo bi axê bihê spartin.

Li gor zanyariyên Rûdawê dê îro Înê 28ê Sibatê demjmêr 16:00 cenazeyê Seîd Yûsif bigihe bajarê Zaxoyê li Başûrê Kurdistanê.

Biryar e rojek paşê di Şemê 29ê Sibatê de jî cenazeyê wî hunermendê Kurd bo Rojavayê Kurdistanê bihê veguhastin û li Qamişlo bi axê bihê spartin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê erkê veguhastin û anîna cenazeyê hunermend Seîd Yûsif ji Stenbolê ve bo Kurdistanê girtiye ser xwe.

Malbata Seîd Yûsif ji ber vê helwestê spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir. Malbatê herwiha spasiya hemû aliyan kir ku xwe ji bo pêşwaziya cenaze amade dikin.

Hunermendê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê, Seîd Yûsif ku pêr Çarşemê 26ê vê mehê bi sedema nexweşiyê li nexweşxaneya Avrasya ya bajarê Stenbolê yê Tirkiyê, koça dawî kir.

Seîd Yûsif bi hunera xwe û dengê xwe yê xweş sînorê Rojavayê Kurdistanê derbas kiribû û nav û dengê wî gihiştibû Bakur, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê.

Endamê Polîtbîroya PDK-S Ebdulbasid Hemo jî li pêşiya nexweşxaneya Avrasya ya Stenbolê ku Seîd Yûsif li wir koça dawî kiribû, ji Rûdawê re ragihand, di dema bihîstina vê xeberê de, Serokê ENKSê Siûd Mela bi malbata wî re axivî û amadebûna xwe ji bo pêşkêşkirinê hemû rengê alîkariyan nîşan da.

Hamo got, ew dê karûbarên merasima veşartina cenazetê hunermend Seîd Yûsif birêve bibin.