Hişyar Ozalp: Rewşa Bakurê Kurdistanê ji aliyê siyasî ve ber bi xirabûnê ve diçe

Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK-Bakur) Hişyar Ozalp ragihand ku li Bakurê Kurdistanê rewşa civakî û siyasî her roj zêdetir ber bi xirabûnê ve diçe.

 

Cîgirê Sekreterê Giştî yê PDK-Bakur Hişyar Ozalp ji Rûdawê re diyar kir ku rewşa civakî û siyasî ber bi xirabûnê ve diçe, lê tişta girîng ew e ku kesên welatperwer bikaribin zêdetir bên ba hev û bikaribin zemîneke nû çêkin û li ser wê zemînê siyaset û projeyên berçav derxinin holê.


Hişyar Ozalp wiha got: “Ez dixwazim vê yekê jî bibêjim em wekî PDK-Bakur û ew partiyên di xeta netewî de xuya dibin, yek ji wan bi serê xwe dê nekare bi awayekî girseyî tevbigere, divê ew alî hemû bêne ba hev û li ser projeyên netewperweriyê kar bikin. Ez hêvî dikim ku ev hilbijartin jî bibe wesîle ku ew aliyên netewperwer bêne ba hev.”


Derbarê mijara hilbijartinên şaredariyên 31ê Adarê de jî Ozalp wiha axivî: “Wek hûn jî dizanin dema ku pêvajoya hilbijartinên herêmî dest pê kir, li Bakurê Kurdistanê du xet derketin holê. Yek; HDP û ew hinek aliyên girêdayî wan an jî ji bo kursiyan çûne ba HDPê tirkîcîtiyê dikin. Li aliyê din me wek PDK-Bakur xwest ku em dîmeneke din li hemberî vê yekê bidin xuyandin û me ligel PSK, PAK û HAKPARê çend hevdîtin kirin. Me ji wan re got ku em bi hev re blokekê ava bikin û bi hev re beşdarî hilbijartinan bibin, lê ew dîmenê me dixwest ji sedî sed derneket holê û PAK û PSKê li hin cihan namzedên xwe yên welatperwer diyar kirin. Me jî biryar da em piştevaniya wan bikin da ku ew rêbaza netewperwer hinek din bihêztir bibe û zemîneke nû li Bakurê Kurdistanê derkeve holê.”


Ozalp li ser rewşa PDK-Bakur jî got: “Di nav raya giştî de mixabin dîmenekê ku PDK-Bakur gelek berbilav xuya dibe, lê em vê yekê wisa nabînin. Ew kesên dixwazin navê PDK-Bakurê ji xwe re bikar bînin, bi awayên curbicur xistin bin kontrola xwe, lê PDK-Bakur weke rêbaz ji sala 1965ê heta îro meşrûtiyeta xwe ya hiquqî û siyasî berdewam dike. Ew biraderên ji vê yekê nerazî ne û sergêjiyê derdixin, em amade ne li her cihê vê mijarê ligel wan niqaş bikin. Herwiha ew kesên ku duh digotin dengê xwe bidin Recep Tayyip Erdogan û îro jî biçin bibin hevalên HDPê û ew kesên ji Recep Tayyip Erdogan re bibêjin reîs ne mimkûn e ku ew bibin PDK-Bakur. Em daxwazê ji gelê Bakurê Kurdistanê dikin, ku bila binêrin kî çi dibêje. Ew kesên behsa welatperwerî û şoreşgeriyê nekin jixwe ne mimkûne bibin PDKyî.”