Li Wanê pêşangeha berhemên xwemalî û alavên ji bo diyariyan tê sazkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Wanê "pêşangeha berhemên xwemalî û alavên ji bo diyariyê" dê were saz kirin.

 

Li Wanê di navbera 1 û 10ê Adarê de bi destê kompanyeke taybet a organîzasyonê dê "pêşangeha berhemên xwemalî û alavên ji bo diyariyê" were lidarxistin.


Berpirsê kompaniyê Ozgur Çelîk diyar kir ku di pêşangehê de berhemên xwemalî û alav û berhemên destkariyê dê cih bigirin.


Ozgur Çelîk got ew dê di pêşangehê de berhemên ji herêmên cuda yên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî bidin pêşandan.


Çelîk wiha axivî: "Em texmîn dikin ku eleqeyeke germ dê ji bo pêşangehê were nîşandan. Di pêşangehê de herwiha 120 stand dê bên vekirin û berhem û tamên ji 81 parêzgehan dê bên niyamişkirin. Pîşmaniyeyê Îzmitê, qumaşê Denîzliyê, penêrê Trabzonê û pevirê oltu yê Erziromê, wate dê ji çar aliyê Tirkiyê kompanî dê bên û hem parêzgeha xwe û hem jî berhemên xwe bidin naskirin. Ji xeynî vê, ji dervayî bajêr em li benda 250 mêvanî ne. Ev mêvan hem dê Wanê nas bikin û hem jî dê berhemên xwe li Wanê bidin naskirin."