Rêveberê Portala Rûdawê: Medyaya Kurdî ya dîjîtal îro dîrokek tomar kir

28-02-2018
RÛDAW
Rêveberê Portala Rûdawê Hêmin Lihonî
Rêveberê Portala Rûdawê Hêmin Lihonî
Nîşan Hêmin Lihonî Portala Rûdawê Xelat WAN-IFRA
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –  Îro li Dubey bi merasîmeke mezin xelatên Komeleya Cîhanî ya Rojname û Weşanan (WAN-IFRA) hat dabeşkirin û xelata baştirîn sosyal medyaya Rojhilata Navîn a sala 2017an ji Rûdawê re hat dayîn. Rêveberê Portala Rûdawê Hêmin Lihonî diyar kir: “Îro dîjîtal medyaya Kurdî dîrokek tomar kir û derbasî qonaxeke nû bû.”

 

Çima ji sosyal medyaya Rûdawê re xelat hat dayîn?

 

Rêveberê Portalê Hêmin Lihonî eşkere kir: “Îro rojeke dîrokî ye ji bo dîjîtal medyaya Kurdî. Sedema bexşîna vê xelata navdewletî bo Tora Medyayî ya Rûdawê ji aliyê WAN-IFRA ve, ji ber wê yekê ye ku sala para sosyal medyaya Rûdawê serkeftineke mezin bi dest xist, ku karî di sosyal medyaya engagement de rekordeke giring tomar bike û di hinek mehan de engagementa me (şirove, parvekirin, ecibandin) ji ya kanalên mezin ên cîhanê zêdetir bû. Ev xelat serkeftineke giring e û bi vê boneyê pîrozbahî li hemû rojnamevanên medyaya Kurdî dikim, bi taybetî medyaya online, vê rojê jî weke rojeke dîrokî bi nav dikim.”

 

Rûdaw ber bi qonaxeke nû ve gav diavêje

 

Hêmin Lihonî dibêje: “Wergirtina vê xelatê ji ber wê yekê bû ku engagementa facebook û platformên me yên din ên medyaya civakî di sala par de %100 pêş ket, ev pêşketin jî bala dadwerên WAN-IFRAyê kişand, bi awayekî ku tîma dadweran li ser biryara xwe ku têde sosyal medyaya Tora Medyayî ya Rûdawê weke baştirîna Rojhilata Navîn hilbijartine, wiha nivîsîne: Bi rastî ev sosyal medya hêjayî vê xelatê ye, bêyî ku em bifikirin, bi dîtina tiştên wan ên ku ji rojnamevaniya standard, peyrewkirina exlaqê, teknolojiya nû, karîne serkeftineke mezin bi dest bixin. Lewma bi tevahiya dengan hemû biryar dane ku ev xelat ji sosyal medyaya Rûdawê re were dayîn, ku medyayeke Kurdî ye û şopînerên wê sînordar e. Ev serkeftineke mezin e, bi taybetî ku rikeberiyeke mezin heye di nav medyayê de.”

 

Giringiya xelatê ji bo medyaya Kurdî

 

Lihonî tekez kir: “Wergirtina vê xelatê ji bo portala Rûdawê, qonax û destpêkeke nû ye. Rast e em hemû kêfxweş in, lê ev careke din erkê me girantir dike ku em zêdetir giringî bi kalîteya berhemên xwe bidin. Divê em bizanin ku em di asteke navdewletî de serederî dikin û bi taybetî di medyaya civakî de li gor berê, karên gelek baştir bikin, lewma tevî ku em bi wergirtina xelatê kêfxweş in, em wisa difikirin ku erk û berpirsyariyeke mezin kete ser milên me.”

 

Di çaverêya serkeftineke din de

 

Rêveberê Portala Rûdawê Hêmin Lihonî herwiha diyar kir: “Îro di merasîmê de me danûstandinên gelek zanyariyan ligel medyayên mezin ên Rojhilata Navîn ên ku beşdarî konferansê bûbûn pêk anîn. Ji bo sala bê, stratejiya me heye û weke ku min got, Tora Medyayî ya Rûdawê bi bidestxistina vê xelatê, gaveke din jî diçe pêş, lewma pîrozbahî li fanên xwe û hemû karmendên Tora Medyayî ya Rûdawê dikim.”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst