Çalakiyên 8ê Adarê li Amedê hatin qedexekirin

28-02-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Trikiye Amed Walîtiya Amedê Qedexe 8ê Adarê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Walîtiya Amedê ragihand ku di navbera 1 heta 10ê Adarê de hemû çalakiyên ku wê li derve bêne kirin hatin qedexekirin.

 

Platforma Jinan berî 2 rojan li Amedê di daxuyaniyeke çapemeniyê de bernameya çalakiyên xwe yên ji bo roja 8ê Adarê (Marsê), Roja Cîhaniya Jinan aşkere kiribû.

 

Ji bo wergirtina îznê û herwiha amadekariyên bo roja 8ê Marsê, li Amedê saziya Egitim-Sen û Platforma Jinan ji bo ku di navbera 1 heta 10ê Adarê de bi helkevta hatina Roja Cîhaniya Jinan çalakiyan bikin, serî li walitîya Amedê dane.

 

Lê belê Walîtiya Amedê rê nedaye çalakiyan û tevahiya çalakiyan hatine qedexekirin.

 

Tê çaverêkirin, Platforma Jinan ji bo nîşandana nerazîbûna xwe û gihandina îtiraza xwe li ser biryara Walîtiya Amedê, di rojên bihê de konfranseke çapemeniyê lidar bixe.

 

Eger ku Walîtiya Amedê biryara xwe ji bo qedexekirina çalakiyên roja 8ê Marsê neguherîne, ti çalakî li Amedê birêve naçin.

 

Li Wanê jî qedexeya çalakiyan

 

Ji aliyekê din ve, Walîtiya Wanê jî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li seranserê bajêr heta mehekê hemû çalakiyên cemawerî ji xeynî yên sazî û dezgehên fermî hatine qedexekirin.

 

Li gor daxuyaniya ku Walîtiya Wanê belav kiriye, daxuyaniyên çapemeniyê, vedana konan, vekirina standan, çalakiyên rûniştinê û çalakiyên din ji 28ê Sibatê ve heta mehekê hatine qedexekirin.Di daxuyaniya parêzgariya Wanê de hatiye gotin, ku qedexe ji bo pêkanîna aramî û ewlekariya nava bajêr û parastina can û malê hemwelatiyan hatiye ragihandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst